Di despêka dawiyê de navê xwe hil dabû. Serboriya, jiyînê ye,

Wexta bêm, antîk bibe, peykerên peyvên min

Xwe bidim, xwe bibim, şevbihurkên xerîbiyê, bayê bê deng,

Zimanê xwe di sifreya şaristaniyê de gez dikim. Peyvên, hundirê xwe jî di ser hev de tînim,

Neçar im, hundirê xwe bi dara guvîşê, diguvêşim,

Dîsa bi palaskayê, di şikefteke pîr de çayekr tarî bi tifingê vedixwim,

Rêwiyê rêya, xeyalan im ez

Dêmên xwe di ser çiyayan de diborînim, ma! çi ji min kêm e, esman ez im, xweda bibe, wextên dawerivandinê,

Navê xwe

Li rêka kê dikim, di hêviya çiyayan de

Çiya koçbar nabin, hêvî didin, bi beza xezalan,

Helbestvanekî, Dengbêjekî, ji veqetandina çiyayan, bi tehm dimîne, ew lênûsa li ser dinivsînim, qala min nake,

Qala şevê bike,

Şev,

Kâbuseke dirêj e.

****

Homeros

Berê min ne li Misrê ye, ne li Smyrnayê û ne jî li navdeşt û xewna okyanusan, bang dike,

Wezê navê mij û moranan bi navtenga xwe delinga xwe bi bilindahiya esmanan li vir bihêlim, barê pişta min barana şevê ye. Xapînok, derew, di paşguhên dinyayê de dihêlim, berî xwediyên min li van deveran, li van çiyayan, bimrin, bi baruta tifingê, xwe diwestînin, bi dara hejîrê, neynikeke bi dara hejîrê, bi dara çinarê çêdikin, Şevê di çiyayekî de diwestînin, Saeta li ser destê min ne Casio ye, tiliyeke min di nav êgir de di rojeke Şemiyê de piçek dişewite,

Homeros

Di çerxerêya çiyayan de

Markeya pêlava min jî ne Adîdas e.

Êşlikê qirmiçî bi çenteyên payîzê û bi xwe re dibim. Bê wan bê ger û geşta dirêj, çarberên, çiyayan, wekî berî

Bê wan awiran nadin.

****

Homeros,

Li ser bilindahiya kevirên tûjik, xezalên stewir, dîsa tenha dimînin, keviyên berfê şil dibin.

Pêdikeve

Çiruskên firiyan, bê êgir xwe li ba nakin, ti kes deriyên çiyayan, vira xêz nake, vira xezalên stewir tenha nin.

Xwe dihejînin.

Homeros

Di hundirê min de jinên kuştî hene bi biskên xwe bar dikirin. Pelaşên payîzan li ser êşa xwe giriyan. Ev demsala kêjan rojê ye, bi bêjînga hişk, di bêndera evînê de li ber xaniyên, pencereyê re nadim lorandin. Hinek xwediyên min mirin, hinek jî bi merama çiyayan ketine. bapirên bavê xwe di gola Xatunê de di hêviya biharê de nav û neviyên navika xwe

Ji mêrga jor re

Didim nav şovan,

Ji dayikbun,

Xembariya bi mat bibe, li ber avekî pêl û bi pêl biçe,

Û mirina sar, bê tehm bê sicirandin, di çiyayên maziyan de min diwestîne

Vira

Kêzik, kereng, qirşik, tûzik, di cemaeta xwe de

Ji kîse xwe

Bila biçe,

Di çiyayên xwe de bi eşqa stranekî xwe diwestînim.

Homeros

Lêva min di kaşê zagrosan de dicemide, di keviyên berfê de qeşa digre û tenha ye.

Ti kes di xeyalê min de di berwarên hêviyê de bi şaneşîna qehweyan û di rondikên kêvjalan de xêz nake, awiran, agahdar nake.

Homeros

Wexta çiya ber bi şevê ve biçin

Şevên

Tenê jî

Esmanan agahdar nake,

Bi kâbusekê

Jê re

Ne dûr in…

Enes YILDIZ