Katsushika Hokusai yê sala 1760´î hat dinê 10´ê Gulana 1849´ê li bajarê Edo yê Japonyayê mir. Edo ya hingê li Tokyoya îro ye. Li gor hesabê mîladî wê 89 sal umr kiribe jî, li gorî hesabê Japonî yê hingê ku li gorî hesaba heyvê bû, wî nod sal kirine. Ji ber wê jî navê wî weke Hostekarê Kal hatiye hildan.

Ew şêwekarekî nûker bû li Japonyayê. Di rewşeke gelekî mutewazî de nêzî perestgehekê di kirê de ma û hunerê xwe kir. Tenê keça wî Eijo (navê wê yê hunerî Ōi bû, piştî 1857´an miriye), û ew jî gelekî serketî bûye.

Westa ji umrê zêde li gorî qeydên nivîskî xwe di gotinên Hostekarê Kal de jî didin der: “Heger xweda [ezman] umrê deh salan dirêj bike… xweda umrê min pênc salan dirêj bike, ez ê karibim bibim hunermendekî bi rastî.”

Bi hizra Hokusai mirov çiqasî kal bibe, ew qasî jî hoste dibe. Sala 1834´an wî 75 salî wî berga yekê ya kitêba xwe ya resman xêzkirî ya bi navê “Sed Nihêrînin ji Çiyayê Fujî” de. Di kitêbê de ew dibêje, “Heta heftê saliya xwe jî min çi xêz kiribe, ne hêja ye mirov behsê bike. Di 73 saliya xwe de hîna nû ji min hat ez li mezinbûna dar û giya, li şiklê çûk, heywan, kêzik û masiyan serwext bibim. Ji ber wê, heger ez bibim 80 salî ez hêvî dikim bi pêştir bikevim; û 90 salî çêtir karibim nava prensîpên cewherê tiştan bibînim, bi wî rengê ku 100 salî ez gihiştibim meqamekî xwedayî û 110 salî her nuqte û her derb wê bi rastî zindî be. Ji we, ewên têra xwe dirêj jiyayî, şahid in ku ev gotinên min ne şaş in.” 

 

 TOKYO