
Berê li Wanê bêhtirî 50 atolyeyê çêkirina dîzikan hebûn, nha ji wan bi tenê yek maye. Ev pîşeyê yek ji kevintirîn pîşeyê bicihûwarbûna mirovatiyê, di dema Urartuyan de li hawîrdora Wanê veguherî pîşesaziyekê. Ev mîrate ji Osman Eşme re maye ku gundê Bardakçi ê ser bi Tuşpaya Wanê dimîne.
Demekê li Wanê ji bo bi hezaran kesî çêkirina dîzikan misogeriya debara mala wan bû. Lê niha ev pîşe hatiye ber nemanê. Ev pîşe di serdemîn pêşî ên bicihûwarbûna mirovan re bi pêşket. Piştî bipêşketina dewletdariyê, ev pîşe û hostekarên gihiştin asta xwe ya herî bipêşketî û heta bi dîzikên ûporselan ên modern jî dewama vê pîşeyê tê. Li Wan û hawîrdora wê, pîşeyê çêkirina dîzikan di serdema Urartuyan de di dema xwe ya zêrîn de bû. Heta beriya bi demeke kurt jî li Wanê li 50 atolyeyan hostekarên dîzikê, ji heriya çê ya kîlê firaxên ji kîlê çêdikirin û ev dîzikên hanê ji bo tenduristiya mirovan çêtir bû, ji ber ku hewandina tiştan di wan de û çêkirina xwarinê di wan de, tiştekî ji siheta mirovan re nebaş li xwardemeniya zêde nake. Ha ji van hostekaran niha yek maye li Wanê: Osman Eşme.
Osman Eşme ji bavê xwe fêrî vî pîşeyî bûye,. Ew hîna li atolyeya vî pîşeyî hem dewam dike û hem jî fêrî zarokên xwe dike.
Urartuyan beriya me vedît
Eşme bi bîr dixe ku kîla çê weke madeya xav a ji bo çêkirina dîzikan li Wanê peyde dibe û li Kurdistanê yek ji wan împeratoriyan ku ev pîşe bi pêş xistine, Urartû ne. Eşme dibêje, ji bo wî ne cihê serfiraziyê ye ku ew bi tenê vî pîşeyî li Wanê dike; berevajî, ev yek wî xemgîn dike. Osman Eşme ji bo kîla tîne dibêje, “Axa ez tînim, pêşî baş dikutim. Piştî ku min ew kuta, demeke dirêj bi avê şil dikim û tevlîhev dikim. Heriya çêbûyî, ez sê rojan li derve didim sekinandin. Axa kîlê madeya xav a dîzikan e. Rengê Axê bi xwe kesk e, dema ku ew baş dipije, rengê wê sor dibe. Urartuyiyan beriya dema me bi 3500 salan ev ax vedîtiye, wan beriya me bi hezar salan keşf kiribû ka kîjan ax bi kêra çi tê.”
Ji bo sihetê baş in
Eşme dibêje, dîzikên ji heriyê çê dibin, ji bi sihetê baş in û wiha dewam dike: “Piştî ku plastîk derketin meydanê, nexweşiyan jî dest pê kir. Di plastîkê de madeyên kanserojen hene, lê di axê de ti madeyên zirarker nîne.”
WAN