Li Serhedê peyva „hov“ peyveke giştî ye, ji bo mirovên hov ên wek ajalan dijîn; „hêrr“ tê gotin. „hêrro = ji bo mêrân, hêrrê=  ji bo jinan“ tê bikaranîn. Divê roja me de em bi komên hêrrên ji dema barbariyê mane re rû bi rû ne. Hin dewelet, hêz û derdorên nijadperest û paşverû van hêrrên b wehşeta dema barbariyê tedigerin wek çekên şantaj û tehdîtê bi kar tînin. Ji wê jî lîstik û talûke gelek mezin e. Divê em bi her awayî amade bin.

Bingehê vê hovitiya ku îroj bi destên hin derûdoran ve mîna çekeke bêkêr tê bikaranîn di kûrahiya dîroka ereban de veşartiye. Ji ber erdnîgarî û klîma Erebistanê, demên berê îslamî demên gelek dijwar bûn, di lîteratûra îslamî de ji vê demê re dema „cahîlîye“ dibêjin. Di nav eşîrên wê demê de carna ji bo çêregeh û şaviyan (vaha, li çolistanê cihên ji bo jiyanê destdayî) şerên dijwar diqewimîn. Hemû eşîrên dijmin dihatin hesibandin bi jin û zarokan ve bi şêweyeke hovane dihatin kuştin.
Ev ananeya komkujiya ji dema barbariyê mayî di nava îslamê de jî wek hin komên xarîciye derket pêş, wan jî tu derfetên jiyanê nedididan dijberên xwe. Gelek komkujiyên bi destê wan hatine kirin hene. Dema hêzên îslamî cara yekem Kurdistan dagirtibûn jî, heman wehşet pêkanîbûn, ev bûbû mijara helbesta bi hewremî; „şardewe gewreyî gewrekan / we dîl beşîna cenî we keynekan!“ Ev hestê wehşetê di rengê selefî û wahabiyan de hetanê vê roja me hatiye. Tevgerên wek El Qaîde, El Nasra û DAIŞ ji nava van tarîqatan pijiqiye. Ev hovitî bi mînakên cinawirî û xwînxwariyên pergalên dîkdatoriya Saddam û Esad re hê wehş û hovtir bûye. Emperyalîst, dagirker û nijadperestan jî, ev ji bo berjewendiyên xwe organîzekirine û kirine bela serê gelên Rojhilata Navîn.
Gava mirov li metot û taktîkên ev hêrr bikartînin dinêre, dibîne ku tu hest û wijdana mirovî li wan tune, dikevin kuderê li gel talan û ruxandinê, bi hovitiyeke hişê mirovan ranagire, bi wehşeteke mirovan di nava şaşwaziyê de dihêle, dest bi êrişên barbariyê dikin. Ango mirovên bêguneh, serjêkirin, bi zindî kirina goran, dilê wan bi saxî derxistin û xwarin. Niha bi van kirinan nav û dengekî wisa erjeng bela kirine, dema ew berê xwe didin derekî bayê tirs û xofê berê hatina wan li wê deverê dihêwir e.
Di nava wan de bi hezaran tirk yan jî hemwelatiyên Tirkiyê yên wek tirk hatine perwerdekirin jî hene. Tîkiliya serkarî û hêzên nepeniyên Tirkiyê jî bi wan re xurt e, heta piştgiriya lojîstîk dide wan. Wer xuyaye, ew jî dersên wehşeta dîroka tirkan didin wan ku bikanin wan li dij Kurdan û dij kêmarên baweriyên cuda sor bikin. Baş tê zanîn ku di dîroka tirkan de jî ev hêrritî û wehşeta heye. Li gor daneyên dîrokî, kalên wan li navenda Asyayê di tasa serê mirovan de xwîna mirovan vedixwarin. Di dema osmaniyan de mirov dikirin bîran serî digirtin, li singan dixistin, serê mirovan jêdikirin. Ev tev de bi navê dîn û xilafetê hatine pêkanîn û niha jî bûye referensa xwînxwarên DAIŞê.

Dagirkirina Musilê
Bêguman  bi rihetî dagirkirina Musilê hinek rengê xwe ji vê wehşetê girtiye. Li gel wê hin rastiyên din jî hene. Em xal bi xal van rastiyan rêz bikin: Di dîroka xaka Iraqê de şîi ne xwedanê azmûnên dewlet û serkariyê ne, tenê carna elementên duyemîn bûn. Ta ji dema Abasiyan vir ve tim erebên sûnî serwer bûn. Ango kevneşopiya dewlet birêvebirinê di destê suniyan de bû, her wisa bikaranîna wehşetê jî.
Li gor daneyên heyî baasî ango hêzên Saddam yên ewlehî, nepenî, êriş û şer tev de li herema erebên sûnî di nava gel de ne. Ew û eşîrên sûnî yên ew pozîsyon û rûmeta xwe wendakirî, mîna mirovên bindest bûn, li benda teqînekê wiha bûn. Di rastiyê de DAIŞ ewqas ne bi hêz bû ku bikane wisa bi rihetî serkeftineke wiha bi dest bixe, lema gelek zelal xuya dike ku li paş vê dagirkirina DAIŞê baasî û eşîrên sûnî henin.
Li Musilê rêvebiriya heremê, hêzên ewlehiyê û leşker ne bi hestên netewî, yan jî bîrdozekê pêbawer li ser kar bûn, tenê ji bo pereyan ew erk wergirtibûn. Li gel wê di nava hiyararşiya leşkerî de serbaz /serleşker şii û leşker jî piranî sûnî bûn, lema erkên xwe pêknanîn.
Bi îhtîmaleke mezin destê Tirkiyê jî di vê dagirkirinê de heye,  ev ji daxuyanî û helwestên serkariya tirk bi awayek beloq xuya dike. Ev girtina şofêr û karmendên balyozxaneyê tenê rûpoşa vê hevkariyê ye. Li gor nûçeyên tirkan çekên wan ji wan nehatiye girtin (ma qehremanên newala guran çekê xwe didin!?), telefonên wan jî ji wan nehatiye standin, Erdogan kengê bixwaze bi wan re diaxive. Li gor vê rewşê ev dîlgirtin, tenê ji bo bala cihanê xapandinê ye.  Di şiroveyên hemû pisporan de jî ev rewşa derdikeve pêş, li cihanê jî bertekeke wisa girîng tune, ji wê gelek zelal e ku metirsî û talûke pirr mezin e. Tiştê herî xirab jî dewleta Iraqê çekên xwe yên herî modern li wê herêmê bi cih kiribûn, niha ev tev de ketine destê wan hovên daristanê DAIŞê. Dibe ku ew wan derbasê Suriyê bikin û li dij Rojava bikarbînin.