Kovara karîkaturê Leman, bi berga xwe bal bire ser hovîtiya polîsên Tirk li Bakurê Kurdistanê. Lê wê gava ev kir, navê Kurdistanê hil neda, tenê weke “Guneydogu (Başûrrojhilat)” bi nav kir. Li navçeya Mêrdînê Nisêbînê, polîsê Tirk ê dagirker beriya çendekê bi sîlehan bera ser zarokan dabû. Zarokekî 8 salî yê bi navê Bahoz jî girtibû û lê dabû. Di karîkatura bergê de polîsekî Tirk ê ku dermanca xwe kişandiye û diqîre xuya dike. Ew dibêje, “Nerevin law!” Li hemberê wî zarokekî piçûk ê T-shirt zer heye ku di destê wî de jî lîstokek heye. Karîkaturîst Tunç, li bin karîkaturê nivîsiye: “Li malên TOKÎ’yê yên li Nisêbînê, polîs gule berdan hewayê û da ser pişta zarokên ku ji xwe re dilîstin. Polîs, Bahozê 8 salî yê astengdar û tîşortê zer lê yê nekarî bireve, girt û lê xist. Bahoz hêj nehatiye ser xwe.”

 

 NAVENDA NÛÇEYAN