Şahidekî bûyerê diyar kir ku 5 wesayît derbasî qada bajêr bûne, 3 ciwanên ku serê wan pêçayî bû û destên wan girêdayî ji wesayîtê hatine peyakirin û ew li ber çavê gel ji hêla çeteyên El Nusra ve hatine qetilkirin: Şahidê bûyerê anî ziman ku çeteyan paşê cenazê welatiyan li du wesayîtan girêdane û li nava bajêr gerandine. Her wiha hat diyarkirin ku çeteyên kur rûyên xwe pêçabûn û li ser wesayîtan jî nivîs û nîşanên Dewleta Îslamî Iraz ‘DAIŞ’’ê hebûn.
Li Qamişlo kesek hate kuştin
Li Qamişlo welatiyê bi navê Ehmed Cano ji aliyê kesên ne diyar ve bi guleyan hat kuştin. Bûyer duh saet di 12.00’an de li Qamişloyê pêk hat. Kesên nasnameya wan ne diyar gule li ser welatiyê bi navê Ehmed Cano yê ji gundê Xerbe Dîb ya herêma Tirbespiyê reşandin. Di encama gulebaranê de Cano bi giranî birîndar bû. Hat zanîn Cano bi birîndarî rakirin Nexweşxaneya Wetanî û li ser hemû hewldanan, Cano li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.
Zarokê 15 salî wenda ye
Zarokê 15 salî Cemîl Welîd Mehmûd yê ji Lubnanê vedigeriya mala xweya Efrînê ev 15 roj e winda ye. Malbata zarokê 15 salî diyar kir ku kurê wan beriya 15 rojan dema ji Lubnanê vedigeriya Efrînê winda bûye. Hat gotin ku Mehmûd ji gundê Beyê ya navçeya Şêrawaya Efrînê ye.
80 kes dîl girtin
Çeteyên Dewleta Îslamî Iraq û Şamê/El Nusra pêr êvarê êrîşî bajaroka Sirîn ya ku 35 km dikeve başûrê Kobanê kirin. Êrîşkaran dest danîn ser firina bajêr, bajarok dorpêç kirine, malên welatiyan talan dikin û 80 welatiyên ereb revandine. Hat gotin ku bajêr di rewşek metrsînê deye û ji ber ku firina bajêr hatiye rawestandin nan li bajêr nema ye. Çavkaniyên herêmê ragihandin ku komên çete gelek malên welatiyan jî talan kirine. Her wiha gat aşkerakirin ku çeteyan ketin û derketina bajêr jî qedexekirine û nahêle kes bikeve bajêr jî.
QAMIŞLO
YPG’ê bi dehan gund rizgarkirin
Piştî ku çeteyên Dewleta Îslamî Iraq û Şamê/El Nusra êrîşî gundên başûrê Tirbespiyê kirin, dest bi revandin, talan û kuştina welatiyên sivîl kirin. Li ser zilma komên çete welatiyan bang li hêzên YPG’ê kirin mudaxaleyî rewşê bike û wan ji komên çeteyan rizgar bikin. Li ser daxwaza welatiyan, şervanên YPG’ê ketin nav tevgerê û li dijî êrîşên komên çete operasyonek dan destpêkirin. Di encama berxwedana şervanên YPG’ê de bi dehan gund ji destê çeteyan hat rizgarkirin
Li gorî agahiyên welatiyan 2 şêniyên gundê Çêlekê ji hêla van çeteyan ve hatine revandin. Piştî şêniyên gund agahî dan YPG’ê gund ji çeteyan hat rizgarkirin.
Hêzên YPG’ê di operasyona xwe de xeteke ji 24 kîlometrî pêk tê û dikeve başûrê Tirbespiyê bi dest xist û bi dehan gundên wekî Harik, Himara, Çêlekê, Qesrik, Xirbet Elbîr, Emarat û Hedad ji destê wan çeteyan xilas kir. Di navbera van gundan de jî bi dehan gudên biçûk hene ku ji hêla şervanên Kurd ve tên parastin. Hêzên YPG’ê tevgera komên çete ji van gundan qut kir û ewlehiya herêmê bi temamî xist destê xwe. Piştî gund rizgar bûn, welatiyên ku koçber bûbûn vegeriyan warên xwe.