FÎDAN ABDULLAH / ANHA / EFRÎN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 20’ê Çileyê 2018’an de êrişî kantona Efrînê kir. Piştî dagirkirina Efrînê, dewleta Tirk û çeteyên wê dest bi kuştin, revandin, talankirinê kir û heta niha jî vê dewam dikin.

Jina bi navê S.M ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike jî yek ji wan kesan e ku nekarî ji Efrînê derkeve. S.M. beriya çend rojan ji Efrînê derket û xwe gihand kantona Şehbayê. S.M. hem di berxwedana 58 rojan de li ber xwe da, hem jî bû şahida binpêkirinên dewleta dagirker û çeteyên wê.

S.M. dibêje,“Ji destpêka êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, Efrîn ji cewhera xwe derketiyê. Êrişan Efrîn vegerandiye cihê şerekî cihanî. Xelkê Efrînê nehişt dagirker bi hêsanî bikevin Efrînê. Cihan û artêşa Tirk ku duyemîn hêza NATO’yê ye, li hember berxwedana gelê Efrînê matmayî man. Ji ber wê jî Tirkiyeyê bi hemû hêza xwe Efrîn dagir kir.”

S.M. ne razîbûna ji bêdengiya navdewletî ya li hember êrişên dagirkeriya Tirk jî îfade kir û got, “Bi vê jî ew (civaka navneteweyî) bû alîkarê dagirkirina Efrînê.”

Herî zêde zext li jinan kirin

S.M. wiha qala trajediya xwe dike: “Ji destpêka dagirkirina Efrînê ve me nedikarî tev bigerin. Di bin navê dîn de gelek xirabî li jinan kirin. Rojane jin hatin revandin û di bin navê helal û heramiyê de cilên reş li jinên Efrînê kirin. Ez ji ber zilmê bi 350 dolarî tevî pitika xwe, 6 saetan di nava çiya û geliyan de, di bin baranê de meşiyam heta ku ji Efrînê derketim. Lê piştî ku ez gihiştim Şehbayê, min hemû nexweşî û astengî ji bîr kirin.”