Kiryarên revandin û binçavkirina sivîlan bi destê artêşa Tirk û çeteyên wê li kantona Efrînê dewam dikin. Li gorî çavkaniyên herêma Efrînê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 2 sivîl ji şêniyên herêma Efrînê revandin.

Xelîl Husênê yê ji navçeya Efrînê Cindirêsê, ji aliyê çeteyan ve hate revandin û van çeteyan êşkence li wî kir. Tê gotin, ji ber êşkenceye Xelîl Husênê rakirin nexweşxaneyê û rewşa wî ya tenduristiyê ne baş e. Her wiha Ehmed Berko jî  ji navçeya Cindirêsê ye, ev bû 3 car ku tê revandin û her carê di berdêla pereyan tê berdan.”

Revandin û kuştin dewam dike

Li gorî çavkaniyên ku ji navçeya Şiyê hatine bi destxistin, çeteyên Ebû Emşe, 3 şêniyên navçeyê revandine. Navên kesên hatine revandin wiha ye; Şêx Ehmed Menan, Xelîl Mistefa Şêxo û Ebû Tirkî Mistefa. Di heman demê de, dermanfiroş Mihemed Hemo Xelîl yê ji gundê Birîmce li taxa Eşrefiyê ya Efrînê hate revandin û kuştin.

Li aliyekî din, tê gotin, artêşa Tirk a dagirker hewil dide rêya di navbera Tirkiye û Sûriyê de li gundê Hemamê veke.

Alên Tirkan li wan dikin

Li gel kuştin û revandina mirovan, mijara guhertina demografyaya Efrînê jî di rojevê de ye. Li Efrînê dîmenek li dibistana gundê Erebo yê girêdayî navçeya Mabeta hate belavkirin û tê de zarok neçar kirine ku alên Tirkiyê û alên qaşo “Artêşa Azad” rakin.”

 

ANHA/EFRÎN