Zehîde Şêxo ku li Nexweşxaneya Avrîn a li bajarê Efrînê hate ameliyatkirin û dermankirina wê didome, diyar kir wan roja bûyerê li derdora nexweşxaneyê dengê guleyan bihîstiye û tiştên piştre hatine serê wan wiha vegotin: “Li ser dengê guleyan hevalên me reviyan derve. Ez, bijîşk û alîkarên wan ên jin li hundir man. Piştî ku dengê guleyan rawestiya em derketin derve. Dema em derketin, me dît ku li ber derî wesayitên ku li ser doçka hene û gelek kesên çekdar kom bûne. Hevalên me yên beriya me derketibûn derve girtibûn.”


‘Ji piştve gule baradin’

Zehîde Şêxo destnîşan kir ku koma çekdar xwestiye ku wan jî bigire, lê ew ji ber wan reviyaye û berdewama bûyerê wiha vegot: “Min hewl da ku ji wan birevim, lê wan ji piştve ez gulebaran kirim û ez ji piştra xwe birîndar bûm. Piştre ez xistim wesayita ku doçka li ser bû û berê xwe dan nava Şêxmeqsud. Dema ez di wesayîtê de bûm, min yek ji wan nas kir. Ew kes berê bi awayekî birîndar anîbûn nexweşxaneyê û me ew derman kiribû. Ew jî yek ji koma çekdar a girêdayî kesê bi navê Xalih Heyanî bû.Ez matmayî mam. Çekdarên Artêşa Azad êrîşî nexweşxaneya ku tê de dihatin dermankirin kirin û xebatkarên wê revandin.”

‘Min xwe ji wesayîtê avêt’

Şêxo, diyar kir ku dema êrîşkaran ew dibirin, li nava taxê di navbera wan û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de pevçûn derketine, wê jî ev yek fersend dîtiye û xwe ji wesayîtê avêtiye xwarê. Şêxo, da zanîn ku li gel rewşa xwe ya birîndar jî 4 saetan meşiya û gihîştiye noqteya YPG’ê. Şêxo got ku şervanên YPG’ê ew ji biriye Nexweşxaneya Avrîn a Efrînê. 

ANHA/EFRÎN