Zarokê bi navê (A. N.) ji Reqqayê ye, çeteyên DAIŞ’ê hevalekî wî yê Xiristiyanî li pêşiya çavê wî qetil kirin. A. N. behsa trajediya wê rojê dike û dibêje ku ew roj qet ji bîra wî naçe.
Zarokê bi navê A.N. behsa çîrokeke din a kiryarên hovîtiya DAIŞ’ê bi serê welatiyan kirine dike û dibêje: “Dayika min rûyê xwe vedişart û derdiket, lê goreyên tenik li xwe dikir. Çeteyan bi vê hincetê dayika min hefteyekê di girtîngehê de hiştin.
Li bazaran serî dadileqandin
Zarokê bi navê X. A. jî çîrokek hovîtiya çeteyan DAIŞ’ê ku di bîra wî de maye vedibêje. X. A. çîrokê wiha parve dike: “Buyereke çêbû, gelek bandor li ser min kir. Ez wê buyerê ji bîr nakim, dema ez û bavê xwe diçûn sûkê, em di Çerxereya Neyîm re derbas dibûn, min dît çawa çeteyan serê mirovan li bazarê daliqandibûn, bêhna nexweş belav bubû, mêş li dora wan seriyan kom dibûn, çiqas bûyerke nexweş bû, nikarim ji bîr bikin.”
Welatiya bi navê A. B. yê Reqqayî dibêje ku çeteyên DAIŞ’ê dibistanên Reqqayê kiribûn navendên êşkencekirina jinan û pêkanîna fahîşeyan û vî tiştî tîne ziman: “Mala me li rex dibistanekê bû, DAIŞ keç tanîn û li wir wan êşkence dikirin û kiryarên bê exlaqî li dijî wan pêk danîn, dengê hawara jinan bilind dibû, me di pençerê de dîdît çawa ew êşkence dikirin û dest davêtin wan.”
Ew ji jora avahiyê avêtin xwarê
Zarokekî 15 salî jî serpêhatiya xwe parve dike, dibêje:” DAIŞ‘ê apê min ji jora avahiyîke 3 qat avêt, ji ber ku bentelonê jens li xwe kiribû, me nedkarî li ser wî jî bigirin ji ber ku çeteyan kesên ku li ser zilaman digirîn ew digirtin.”
Dayikek din jî nexwest navê xwe eşkere bike, behsa çîroka kuştina zaroka wî ya 9 mehî dike û wiha parve dike: ”Zaroka min a biçûk 9 mehî bû, ji ber nexweşiyê digiriya û nedisekinî, çeteyên DAIŞ‘ê dema di ber mala me de derbas bûn, dengê zarokê bihîstin, derbasî mala min bûn û zaroka min qetil kirin.” Dayikê rûndikên çavên wê bariyan nedikarî çîroka xwe berdewam bike tenê got ” Kanî parastvanên mafên zarokan, ma gelê gunehê wî zarokê çi ye.”
RONAHÎ XELÎL/ANHA/SERÊKANIYÊ