Li Şirnexê êrîşên qirkirinê yên bi qedexeya derketina derve ya ku 14’ê Adarê de hat îlankirin dest pê kirin, 7 meh li dû xwe hiştin. Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu diyar kir ku, domandina qedexeyê li dijî Şirnexê polîtîkayeke taybet e û dest nîşan kir ku, fîrmayên ku rûxandinê didomînin jî li pêyî rantê ne û dewlet jî li dijî gel polîtîkaya koçberiyê disepîne. 



Tola 7’ê hezîranê tê stendin 


Encu anî ziman ku, dewlet li Şirnexê bi domandina qedexeyê re heyfa 7’ê hezîranê distîne û wiha got: “Gelê Şirnexê di 7’ê Hezîranê de îradeya xwe da der. Di hilbijartinên 1’ê mijdarê de jî bi awayî hêzdar da der. Îradeya xwe ji sedî 80’ê da der. Îradeya gelê Şirnexê, li dijî polîtîkayên AKP’ê yên bi sala ye dimeşîne bersiveke zexm bû. Ji ber gelê Şirnexê li dijî polîtîkayên AKP’ê yên tekbûyî rawestiya, niha dixwazin heyfê ji wan bistînin. A rast bi awayekî giştî, îradeya gelê Botanê tê binpêkirin. Ji ber vê qedexe didome û armanca wan ew e ku, têkoşîna gel tune bikin.” 



Hedef 3 hezar malbatên hevkar  


Encu balê kişand ser astengkirina bi hezaran Şirnexiyên ku ji ber êrîşan koçkirin û li hawirdora bajêr bi cih bûn û got, li gel astengiyan jî ew ê pêdiviyên gel ên zivistanê bi cih bînin. Encu der barê Kampanyaya Malbata piştgir ya ji bo Şirnexê hat destpêkirin agahî dana û ji bo piştevaniya bi gelê Şirnexê re wiha bang kir: “Heta niha 400 malbatên piştgir yên Şirnexiyan hene. Hedefa wan ew e ku xwe van malbatan bighînin 3 hezar î.” 



Wê berxwedan êrîşa têk bibe

Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk jî anî ziman ku, biryara talan û rûxandina li bajêr didome beriya qedexeyê hatiye dayîn û diyar kir ku, dewlet dixwaze Şirnexê ji statuya bajariyî bixîne. Bîrlîk der bareyê hevdîtina xwe ya bi Alîgirê Waliyê Şirnexê Alî Arikan re agahî dan û got, heke dawî li qedexeyê bê dê dewlet destûra gel nede ku avahiyên xwe çêbikin. Bîrlîk dest nîşan kir ku, bi dawîbûna qedexeyê re dê dewlet berê xwe bide konên li hawirdora bajar û dê koçberiyê li gel ferz bike. Bîrlîk wiha axivî: “Wê biryardayîna Şirnexiyan polîtîkayên koçberiyê li valahiyê derxîne.” 
Bîrlîk têkildarî domandina rûxandin û talankirina li Şirnexê bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir û wiha got: “Ev saleke li Şirnexê qedexe heye. Bi zanebûnî polîtîkayên koçberiyê li gel tên ferzkirin. Gel li dijî vê li ber xwe dide. Dê vê nequtifînin. Divê em xwedî li gelê Şirnexê derkevin.” 

‘Mafê milkuyetî yê gel tê xespkirin’ 
Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez balê kişand ser binpêkirina mafan ên gelê Şirnexê û anî ziman ku, di dîroka cîhanê de li dijî mirovan bi tu awayî binpêkirinên mafan xwe nedane der. Îrmez dest nîşan kir ku, li Şirnexê şer ji aliyê hêzên paramîlîter ve veguheriye rantê û wiha axivî: “Mal tên rûxandin, lê amûr û amrazên li hudnirê malan jî nadin xwediyan wan. Ev bu sê car Şirnexî tên mexdûrkirin. Mafê mulkiyetî yê gel tê xespkirin. Malên neguhêzbar ên gel di bin navê îstîmlaqê de tê talankirin. Ji bo serlêdanên li Dadgeha Îdarî ya Mêrdînê jî heta niha tu biryar nehatiye dayîn. Ev jî nîşan dide ku, mudaxileyek li dijî her qadên huqûqê heye. Rayeya biryardayînê ji destê dadgehan hatiye stendin. Siyaset daxilî huqûqê bû. Li dijî talan, rûxandin û diziya li Şirnexê em ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin.” 


 DÎHA  / ŞIRNEX