Hunermendê Kurd Diyar Dêrsim li Stada 12`ê Adarê ya Qamişlo, konsêrek da. Bi hezaran kes çûn konsêrê. Hozan Diyar Dêrsim ji Ewrûpayê çûye konseran li gelek herêmên Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê li dar bixe.

Hunermend Diyar Dêrsim pêr êvarê konsêrek li Stada 12`ê Adarê ya Qamişlo da. Qamişloyiyan jî Hozan Diyar bi hezaran pêşwazî kir.

Di konsêrê de Hozan Diyar Dêrsim gelek stranên ji bo Şoreşa Rojava jî gotin. Konserê du saetan dewam kir. Konser saet 21.00’ê  bi dawî bû. Hozan Diyar Dêrsim hefteya bê wê di şahiyeke li kantona Kobanê amade be.

 

ANHA / QAMIŞLO