Hozat: Dengên ji Ewrûpa kilît in
BERFÎN BAGDU
BEHDÎNAN
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK´ê Besê Hozat, bang li Kurdistanî û Tirkiyeyiyên ji her beşê yên li Ewrûpayê kir ku di hilbijartinên 24´ê Hezîranê de ji bo dawiyê li faşîzma AKP´ê bînin, dengê xwe bi kar bînin.
Hozat ji bo akademîsyen û rewşenbîrên li Ewrûpayê jî got, “Ji bo Tirkiyeyeke azad û demokratîk, li kû dera dinyayê dibin bila bibin, têkoşîn, xwedîderketina nirxên insaniyet û demokrasiyê, ji bo rewşenbîr û siyasetvanên bi rastî yên Tirkiyeyê erka sereke ye.”
Besê Hozat îşaret bi sazûmankirina faşîzma AKP-MHP´ê kir, got, ev dîktatorî dixwaze qirrkirina Kurdan bibe serî wiha bang li hilbijrên li Ewrûpayê kir: “Ev dîktatoriya faşîst heger di hilbijartinên 24´ê Hezîranê de bi ser keve, di serî de Kurd, Elewî û jin, zerareke mezin wê li hemû nasnameyên mezin bibe. Ji ber ku rejîma faşîst-qirrker wê çarpîne xwe berde û hukmê xwe pêk bîne.
Dengê xwe bidin û rejîma faşîst hilweşînin
Lewma, heger di hilbijartinên 24´ê Hezîranê de HDP ji bendê bibihure, rejîma faşîst a AKP-MHP´ê wê di dîrokê de derba têkçûnê ya herî mezin bixwe, ji textê xwe serberjêr bikeve xwarê. Ev rewş li Tirkiyeyê wê meydanê ji demokraisyê re veke. Bibe destpêka pêvajoyeke nû.
Lewma, dengên Ewrûpayê xwedî girîngiyeke kilît in. Ji bo ku HDP ji bendê bibihure, pêdiviya wê heye bi dengê gelê me yê li Ewrûpa, bi dengê dostên Tirkiyeyî û welatiyên Tirkiyeyê yên ku alîgirê demokratîkbûna Tirkiyeyê ne. Li Ewrûpayê jî bijîn, her mirovê ku dixwaze Tirkiye azad, wekhev û demokratîk be dengê xwe bide HDP´ê. Li Ewrûpayê serjimara Kurd û Elewî gelek e. Rejîma faşîst a AKP-MHP´ê Kurdan û Elewiyan dixe ber qirrkirinê û heger di hilbijartinan de bi ser keve, dixwaze vê qirrkirinê bibe serî. Lewma mirovên Kurd û Elewî divê teqez biçin ser sindoqan, dengê xwe bidin HDP´ê û di hilweşandina desthilatdariya faşîst de bi dewra xwe rabin.”