Hêzên Parastina Civakî bi meşekê komkujiya ku dewleta Tirk li Til Rifetê li dijî zarokên Efrînê pêk anî, şermezar kir.

Hêzên Parastina Civakî (HPC) yên kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê li navçeya Girkê Legê meşek li dar xist. Bi hezaran endamên HPC`ê û şêniyên bajarok tev li meşê bûn. Di meşê de tecrîdkirina Rêber Apo, êrişên dewleta Tirk a dagirker û komkujiyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin.

Meşê ji Çerxerêya Şehîd Xebat dest pê kir. Meş li pêşiya Nexweşxaneya El-Selam veguherî mitîngê. Di mitîngê de ji rêveberên HPC`ê yên kantona Qamişlo Hediya Abdullah û Xelef Hisên axivîn. Di axaftinan de hat gotin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewama komploya navdewletî ya li dijî Rêber Apo ne.

 

ANHA/QAMIŞLO