HÊZA HESEN / ANHA / KOBANÊ
Hêzên Parastina Civakî ji bo ku civaka herêmê ji her rewşeke awarte re amade be, dewreyên bikaranîna çekan ji şêniyan re vedike.
Li gel gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di van demên dawî de, Hêzên Parastina Civakî (HPC) şêniyên Kobanê li ser awayên bikaranîna çekên sivik perwerde dike da ku li hemberî her êrişeke muhtemel, amade bin.
HPC`ê li ser hemû astan civaka herêmê ji êrişên muhtemel re amade dike. Di vê çarçoveyê de beriya çend rojan HPC’ê gelek jin û mêr di perwerdeyên bîrdozî û eskerî re derbas kirin û ev dewreyên perwerdeyê dewam dikin.
Tevî wê jî ji bo parastina ewlehiya hundir û xurtkirina aştiya herêmê, HPC dewre û nuqteyên parastinê di nav bajêr û navçeyên girêdayê wê de çalak dike. Li ser mijarê, jinên beşdarî dewreyên perwerdeyî bûyî, amadebûna xwe ji bo parastina herêmê teqez kir.
Leyla Umer destnîşan kir ku ew bi awayekî sereqet tevlî dewreyan dibe da ku şêniyên herêmê ji her êrişeke terorîst biparêzin.
Xedîce Mihemed jî diyar kir ku divê hemû şêniyên herêmê tevlî dewreyên leşkerî bibin da ku bikarin welatê xwe biparêzin.
Dayika şehîdekî şerê terorê, Ber Ewad bang li tevahiya gelên herêmê kir da ku sîlehan rakin, dakevin meydanan û welatê xwe biparêzin.