
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
AMED: “23’ê Mijdarê saet di 23:00 de, li herêma Şehîd Navdar a navçeya Licê ya Amedê, artêşa TC dest bi operasyonê kir. Sibeha 24’ê Mijdarê balafirên şer bombe li herêma Sisê barandin û bi helîkopterên bi tîpa Kobra gule li herêmê hate reşandin. Li sê cihên derdora gundên Sisê û Derxustê, di navbera hêzên me û artêşa TC de şer derket. Di vî şerî de 4 leşker hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn. Di vê operasyonê de 7 gerîlayên me di şer de şehîd bûn. Operasyon roja 26’ê Mijdarê qediya.
COLEMÊRG: Roja 26’ê Mijdarê saet di 15:00 de li dijî leşkerên li ser girê Koordîne yê li navçeya Çelê, çalakiya sûîqestê hat kirin û di encamê de leşkerek hate kuştin. 27’ê Mijdarê saet di 14:30 de, li dijî leşkerên li girê Koordîne çalakiyek sûîqestê hat kirin û leşkere hat kuştin. Heman rojê bi hawanan li leşkerên li girê Koordîne hate xistin. Di encamê de 2 leşker hatin kuştin.
Hêzên artêşa TC dema ber bi mintiqeya Kaniya Randevuyê ya Qela Petrûtê ya Çelê ve diçû, li hêzên me rast hat. Di encama çalakiyeke sûîqestê de leşkerek li vir hate kuştin.
26’ê Mijdarê hêzên me bi hawanan li leşkerên li Dola Zeytê ya li Geverê xistin û li vir d2 leşker hatin kuştin.
27’ê Mijdarê, hêzên me bi çekên giran li leşker û kontrayên li dora wesayîtek li qereqola Zeytê li hev civiya bûn, xistin. Hejmara leşkerên li vir mirin û birîndar bûn, nehat zelalkirin.
ŞIRNEX: Roja 23’ê Mijdarê, artêşa TC li qada Cûdî ya Şirnexê dest bi operasyonekê kir. Di şerê derket de 4 gerîlayên me şehîd bûn.
QENDÎL: 27’ê Mijdarê, balafirên şer ên artêşa Tirk saet di navbera 19:30-22:00 de derdora girê Berdeqaşo, girê Karox û gundê Îlemûn ê li herêma Qendîlê, quntarê Pederxînê û Dola Bedra bombe kirin. Heman rojê saet di 20:00 de jî balafirên şer bombe li mintiqeya Tabûra Ereba ya li herêma Avaşînê barandin.” n ANF/BEHDÎNAN