HPG’ê ragihand ku li Colemêrg û Êlihê di çalakiyên gerîla de 17 esker hatine kuştin. Di daxuyaniyê de nasnameya gerîlayekî ku di şer de şehîd bû hate eşkerekirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê rêze çalakiyên li Colemêrg û Êlihê daxuyaniyek weşand. Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:”Hêzên me, roja 4’ê Îlonê saet 17:30’î li navçeya Gever a Colemêrgê li hemberî eskerên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Girê Elîşêr çalakiyek lidar xistine. Çeper û baregehên dijmin ên li vê derê hatine rûxandin. Di vê çalakiyê de herî kêm 2 esker hatine kuştin.
Maşîneke zirxî hat rûxandin
4’ê Îlonê saet saat 08.30’î hêzên me li navçeya Çelê li ser rêya navbera Geliyê Deştanê û Girê Şundirê de li dijî maşîneke zirxî ya tîpa Kîrpî bi çalakiya sabotajê pêk anîne. Di vê çalakiya ku maşîn bi giştî hatî rûxandin de 6 eskerên dijmin hatine kuştin.
Li Êlihê 9 esker hat kuştin
31’ê Tebaxê saet 03.30’î li dijî yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk a dagirker çalakî hatiye lidarxistin. Di vê çalakiyê de ku ji nêz de li dijmin hate xistin 9 eskerên dijmin bi çav hatine kuştin û ev bi çav hatine dîtin. Di vê çalakiyê de hevrêyê me Argeş ê bi fedaîtî şer kir bi giranî birîndar dibe û ji bo dîl nekeve destê dijmin bombeya xwe di xwe de diteqîne û şehîd dibe. Piştî vê çalakiya ku dijmin derbên giran xwarî, hêzên dijmin li bejahiya gundên Zengo, Heskê, Nû, Dêrşewa û Çayxanê operasyon daye destpêkirin û ev operasyon hê jî didome. “
Nasnameya şehîd
HPG’ê nasnameya şervanê xwe yî şehîd bûye eşkere kir:
Nasnav: Argeş Amed Nav û Paşnav: Mizbah Yavuz Cihê jidayikbûnê: Amed Navê dê û bav: Aynur - Mehmet Cih û dema şehadetê: 31´ê Tabaxa 2018´an / Êlih
ANF/BEHDÎNAN