HPG’ê der barê derbaskirina sînor a leşkerên tirk de daxuyaniyek da û da diyarkirin ku leşkerên tirk di 25’ê cotmehê de ketine Herêmên Parastinê yên Medyayê û wiha got; “Artêşa tirk a dagirker li vir rastî berxwedaniya gerîlayên me hatiye û di navbera leşkerên artêşa dagirker û gerîlayê me de pevçûn qewimîne. Di encama van pevçûnan de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”

Di daxuyaniyê de ev agahî hate dayîn; “Di 25’ê Cotmehê de di saet 11.00’an de artêşa dagirker a tirk ketiye Herêmên Parastinê yên Medyayê li derdora gundê Orê ya bi ser Qaşûrayê ye. Artêşa tirk a dagirker li vir rastî berxwedaniya gerîlayên me hatiye û di navbera leşkerên artêşa dagirker û gerîlayê me de pevçûn qewimîne. Di encama van pevçûnan de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.” HPG’ê têkildarê vekişîna artêşa tirk wiha got; “Di dema pevçûnê de ji aliyê helîkopterên kobra yê artêşa dagirker herêm hatiye bombekirin, herweha heta derêngê şevê li dijî herêmê bi hewan û obusan hatiye topbarankirin. Artêşa tirk a nekarî pêş de biçe neçar maye ku bi paş de vebikişe.”

ANF/BEHDÎNAN