
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê doh diyar kir ku hêzên gerîla ji du baskan ve li girekî navçeya Çelê ya Colemêrgê dan, ku leşker lê bi cih bûbûn. Navendê ragihand ku di çalakiyê de 5 leşker hatine kuştin.
HPG´ê da zanîn ku gerîla di 17'ê Gulanê roja Çarşemê de çalakiyek pêk anîye û li girê Havan ê li navçeya Çelê ya ser bi Colemêrgê, gerîlayan ji du baskan ve çalakiyek li dar xistiye û bi çeka sekvaniyê 4 leşker kuştine. Daxuyanî wiha dewam dike: "Hêzên mebi çekên giran li çepereke li ser gir dan; ev çepera çeka A-4 hate rûxandin û leşkerek hate kuştin. Helîkoptera bi tîpa Skorsky saet 18:00´an mirî û birîndarên xwe rakirin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me yên di dema dawî de li Colemêrgê şehîd bûyî, hatiye lidarxistin."
Navendê ragihand, heman rojê li Tepê Çeta ya li herêma Gerdiya ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi çekên giran çalakî hatiye lidarxistin û da zanîn ku hejmara leşkerên di vê çalakiyê de hatine kuştin û birîndarkirin nehatiye zelalkirin.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Roja 16'ê Gulanê saet di navbera 20:00-21:00 de balafirên şer ên artêşa TC bombe li derdora gundê Salê yê li herêma Sumbul a Colemêrgê barandin."
NAVENDA NÛÇEYAN