Biryargeha Giştî ya HPG’ê diyar kir ku ew ê daxwazên malbatên mamosteyan li ber çavan bigirin û wiha got: „Bila dilê wan rehet be. Em dê xizmên wan serbest berdin.“ HPG’ê hişyariya „Armanca me îdeolojiya tirkparêz e“ û da zanîn ku ew êdî tehamulê nîşanî tirkirinê nadin.
Biryargeha Giştî ya HPG’ê piştî çalakiyên xwe yên li hemberî pergala perwerdeya tirk daxuyaniyek weşand. HPG’ê diyar kir ku çalakiyên dîlgirtina mamosteyan bir armanca şiyariyê pêkanîne û ew ê mamosteyan serbest berdin.

Hedef îdeolojiya Tirkparêz e

Di daxuyaniya bi ser nav „Armanca me îdeolojiya tirkparêz e“ hatiye weşandin de ev tişt hatin gotin:  „Li rayedarên dewletê bi xwe jî gelek caran gotine dewleta tirk bi polîtîkayên asîmîlasyonê dixwaze li Kurdistanê  gelê kurd ji nasnameya xwe dûr bixe. Ji bo asîmilasyonê jî polîtîkayên, qedexekirina zimanê zikmakî, dûrxistina ji dîroka xwe, spartina bênasname û bêstatuyê tên meşandin. Cihê meşandinan van polîkayan jî saziyên perwerdeyê yên tirk û dibistanên wê ne. Ji dîroka avakirina komarê heta niha hemû desthilatdaran berdewamiya xwe di van polîtîkayan de dîtine û ev yek îro di roja me de jî hêj didome. Di demek ku kurd ji bo nasname, çand, ziman û azadiyê rabûne ser piyan, em êdî li hemberî van polîtîkayan tehamûl nîşan nadin. Me gelek caran di vi warî de daxuyanî dan. Lê li gel vê jî dîsa bi planên cur bi cur, ev polîtîka hêj tên meşandin û êrîş zêde bûne.

Her çiqas armanca me ev be jî hikûmet û hin derdorên din dixwazin ku di raya giştî de propagandaya ‘Ev dixwazin zarok bimînin bê perwerdehî’ pêşve bibin. Ev yek ne rast e, gotinên vala ne.


Qaşo Perwerdekar...

Her kes baş dizane ku bi hişa Rêber Apo daye kurdan tesîra perwerdeya xêv dike şikandiye. Bi saya vê mirovên bi vîn, xwedî hêza afirînê, aliyê wê civakî pêşve çûye û zana hatine afirandin. Navenda perwerdeya kurdan jî heqîqeta evîn û civakbûna mirov a di parêznameyên Rêber Apo de hatine diyarkirin e. Tu kurdên ku bi vê pergala perwerdeya paşverû pêşve biçin tune ne. Hêza gelê me têra perwerdekirina zarokên xwe heye. Wekî hêzên parastinê, ne li tenê li hemberî hêzên çekdar ên li Kurdistanê, peywira me ya parastina çand û zimana kurdan jî heye. Di vê çarçoveyê de ev demek em li hemberî saziyên dewletê ku dixwaze kurdan tune bike hin çalakiyan li dar dixin. Û herî dawî jî çalakiya me ya hefteya borî jî di vê çarçoveyê de çalakiyek li hemberî qaşo perwerdekarên ku sonda tirkirinê xwarine hatiye pêkanîn.


Dê serbest berdin
Binçavkirina 12 mamosteyên li derdora bajarê Amedê, dilê Kurdistanê hatine binçavkirin ji bo dewlet û hikûmetê şiyariye. Heta ku pergala perwerdehiya zimanê zikmakî li Kurdistanê têkeve dewrê dê li hemberî îdeolojiya tirkparêz a faşîst çalakiyên me bidomin. Ev nêzîkatiya me ne li hemberî kesên sivîl e li hemberî vê pergala dewletê ye. Em daxwazên malbatên van kesên hatine binçavkirin dişopînin. Bila tu mereqa wan nebe. Ger soz bidin ku êdî nabin amûrê îdeolojiya tirparêz em dê wan berdin. Em amade ne ku van kesan radestî rêxistinên civaka sivîl yên bê alî bikin.
Divê êdî gelê me jî helwesta xwe ya li hemberî van saziyan bide nîşandan û pergala xwe ya  alternatîf a perwerdeyê biafirîne. Em gelê kurd û raya giştî di vê çarçoveyê de gazî ser peywirê dikin.“


 BEHDÎNAN - ANF