HPG’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Tevgera Azadiya Kurdistanê, civak û xwezayeke ekolojîk esas digire û wiha pê de çû: “Ji ber vê yekê têkoşînên di pêkanîna azadiya ekolojiya xwezayê de, jî yek ji têkoşînên sereke ye. Civaka ku azadî û pêşxistina ekolojîk pêk anîbin, wek civakeke azad û demokratîk her tim wê bi pêş bikevin û xurt bibin.”


´Dixwazin dîrok ji holê rakin´

Fermandariya Eyaletê bi bîr xist ku armanca  HES û bendavan li Kurdistanê tên plankirin, ji holê rakirina dîrokê ye. Daxuyaniyê wiha dewam kir:”Ji aliyê Rêbertiya me ve bi dehan carî ev hatiye ziman û tevgera me jî têkildarî vê gelek caran daxuyanî dane. Me wek HPG’ê hişyar kir. Ji ber vê yekê jî bendava Farqînê ya ku armanc dike xweza û dîroka Kurdistanê di bin avê de bihêle, divê dawî li zerara xwezayê bîne.

Divê ti kes nebe amûra lîstikên hikûmetê yên li herêmê û çêkirina bendavan. Divê gelê me yê welatparêz û demokratîk di çêkirina vê bendavê de cih negire û bibe xwedî helwest. Her cureyê proje û gavên ku zerarê dide xwezaya Kurdistanê, wê wek êrîşê bê dîtin. Divê bê zanîn ku hişyarkirinên me di vî warî de wê pêk werin.” 


 ANF/AMED