HPG’ê têkildarî hewldana êrîşa dagirkirina sînorê Başûrê Kurdistanê a artêşa Tirk daxuyaniyek da. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniyê de got, li Şemzînan 12, li Gever jî 3 eskerên Tirk hatine kuştin û nasnameya 3 gerîlayên li Colemêrgê di encama bomberdûmanê de şehîd bûyî jî eşkere kir.

HPG’ê da zanîn ku şerê piştî hewldana artêşa Tirk a dagirkirina sînorê Başûrê Kurdistanê destpêkirî, dewam dike. HPG´ê bi bîr xist ku opersyona dagirkeriyê 27’ê Îlonê bi derbaskirina sînorê Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye û li derdora Tepê Xwedê li herêma Barzanê dewam dike.

HPG´ê da zanîn ku gerîlayan heman rojê saet 05.00’an dest werdaya dagirkeriya eskerên tirk û şerekî dijwar rûdaye. Hema rojê êvarî gerîlayan ji nêz ve li nêzî Girê Bayrakê li eskerên Tirk xistiye û gelek eskerên hatine kuştin û birîndarkirin, lê belê hejmareke zelal nehatiye tesbîtkirin.


Li Şemzînanê birek esker hat kuştin

HPG´ê wekî din got, di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me li Çelê û Şemzînanê li dijî artêşa Tirk a dagirker gerîlayan 25’ê Îlonê saet di 01.30’an de li qada Kesrokê li konvoyeke wesayîtên zirîhpoş xistiye ku ji Çelê diçû Colemêrgê. Gerîlayan li vir du wesaîtên zirîhpoş îmhakirine û bêhtirî 12 eskeran li vir kuştine û 6 esker jî bi girranî hatine birîndarkirin.

HPG´ê li ser bomberdûmana 26’ê Îlonê a bi helîkopter, obus û hawanan li heman deverê jî got, 3 gerîçla şehîd bûne û nasnameya wan jî wiha eşkere kir: Şahan Masîro (Suphan Bal) ê li Şirnexê ji dayik bûyî; Şiyar Yilmaz (Ridvan Balta) ê li Mêrsînê ji dayik bûyî; TolhildanTekoşîn (Salîha Karahan) a li Şirnexê ji dayik bûyî.


Li Geverê jî artêşa Tirk derb xwar

HPG´ê da zanîn ku 26’ê Îlonê saet 15:20’an û 27’ê Îlonê saet 09:30’an, gerîlayan li dijî leşkerên artêşa Tirk ên dagirker ên li Girê Bayê yê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê çalakî lidar xistine û di çalakiyan de herî kêm 2 eskerên Tirk hatine kuştin. Gerîlayan 27’ê Îlonê êvarê jî li dijî eskerên artêşa Tirk ên li Girê Kurê Mizgeftê yê girêdayî naçeya Şemzînan a Colemrêgê bi çalakiyeke sekvaniyê eskerek kuşt. 


 ANF/BEHDÎNAN