Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê da diyarkirin ku, “di 25'ê Avrêlê de di demjmêrên 06.00'an de li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî leşkerê artêşa dagirker a tirk ê li dijî herêma gundê Yekmalê derketiye operasyonê ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 leşkerê dijmin ji aliyê gerîlayê me ve hatiye kuştin. Piştî çalakiyê bi helîkopterên kobrayan herêm hatiye bombekirin.”
HPG’ê aşkera kir ku, “di heman demê de di navbera demjimêrên 06.00-10.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundê Nizorê û Geliyê Sûlê yên bi ser Heftenînêye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”
HPG’ê destnîşan kir ku, “di 24'ê Avrêlê de di demjimêr 09.00'an de li navçeya Şemrexa Mêrdînê li ser riya Mêrdîn û Amedê li dijî leşkerê ji qereqola Avgewrê derketine ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encma çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”
HPG’ê di derbarê operasyona li navçeya Stewra Mêrdînê de jî agahî dan û diyarkir ku, “di 22'ê Avrêlê de li navçeya Stewra Mêrdînê li dijî derdora gundên Zonê Û Zordek ên bi ser bajaroka Barmanêye ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxisitin. Operasyona li herêmê hîn jî bi rengê kemîn danînê berdewam dike.”
ANF/BEHDÎNAN