Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di 7’ê Tîrmehê de di çalakiya li dijî qaymeqamê Baykanê de 4 parêzvanên qaymekam hatine kuştin. Her wiha HPG’ê diyar kir ku çalakiyên li dijî leşkerên operasyona 16’ê Hezîranê hatiye destpêkirin didome.
Di daxuyaniyê de HPG'ê diyar kir ku 8’ê Tîrmehê hêzên wan kozikên hêzên dagirkên ên li Girê Gijnê kirine hedef û got: ""Di vê çalakiyê de kozikeke dijmin hatiye îmhakirin, bi qasî ku hatiye tespîtkirin 3 leşkerên dijmin hatine kuştin û leşkerekî dijmin jî birîndar bûye."
HPG'ê bi bîr xist ku pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehît Nalîn Mûş didome û got: "Li dijî artêşa Tirk a li Girê Harûna ya Şemzînanê hêzên me çalakiyeke sûîkastê li dar xistiye. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hatiye kuştin."
Li ser çalakiyên li herêma Botanê jî HPG'ê got: " 8’ê Tîrmehê klûbeya ewlehiyê ya qereqola Îkîzce ya li ser rêya Şirnex-Cizirê bûye hedefa hêzên me. Di çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin leşkerekî dijmin hatiye kuştin.
4 parêzvan hatin kuştin
HPG'ê li ser çalakiya 8’ê Tîrmehê ya li dijî qaymekamê Baykanê yê Sêrtê got: "Li nêzî qereqola Erboyê çalakiyeke sabotajê hatiye lidarxistin. Di vê çalakiyê de 4 parêzvanên qaymakam hatine kuştin."
NAVENDA NÛÇEYAN