Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’e de hat ragihandin, di çalakiyên gerîla de 14 leşker hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Roja 25’ê Tîrmehê danê nîvro, hêzên me li nêzî gundê Koberî yê navçeya Mêrdîn Dêrikê, li hemberî maşîneke zirxî ya bi tîpa ejder çalakiya sabotajê lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de maşîna zirxî îmah bû. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, 4 polîsên POH mirin, 5 polîsên POH jî birîndar bûn. Agahiyên nû li ser encamên çalakiyê bên bidestxistin, wê bi raya giştî re werin parvekirin. “


Li dij 5 qereqolan çalakiya hevdem

HPG’ê têkildahi şer û pevçûnên li Çelê ya Colemêrgê de ragihand ku li dij 5 qereqolan çalakiyên hemwext hatine lidarxistin: “Hêzên me roja 24’ê Tîrmehê li hemberî 5 qereqolên li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyeke berfireh lidar xistin. Saet di 05:30 de hêzên me bi çekên giran û ferdî li qereqola Karataşê xistin. Di encama vê lêdanê de 2 leşker mirin. Di heman demê de derbên bi bandor li leşkerên li dora tankek li qereqola 49’an hat xistin. Li vir jî leşkerek hat kuştin.

Li hemberî qereqola Girê jî bi çekên giran çalakî hat lidarxistin û leşkerek hat kuştin. Wekî din qereqolên Êrîş û Tepê Ortê hedef hatin girtin. Li vir 2 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Di encama van çalakiyan de bi giştî 6 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalê me Ronî Siyabend hat lidarxistin.”


Gerîlayekê jiyana xwe ji dest da

Di daxuyaniya HPG’ê de nasnameya gerîlayekê ku di çalakiya berfireh a li xeta Oremar-Şemzînanê de jiyana xwe ji dest dabû hate aşkere kirin: 

“Hêzên me di 8’ê Tîrmehê de li ser xeta Oremar-Şemzînanê çalakiyeke berfireh pêk anî bûn. Hevaleke me ya di dema vê çalakiyê de pêwendî pê re qut bû, şehîd bû.

Nasnamaye hevala me ya şehîd ketiye bi vî rengî ye:

Nasnav: Rûken Cûdî
Nav paşnav: Nûrê Aybî
Cihê ji dayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Asya-Resûl
Dem û cihê şehadetê: 8’ê Tîrmeha 2016 / Oremar” 


ANF/BEHDÎNAN