Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “ Di 27’ê Îlonê de di navbera saet 16.00-19.00’an de li ser riya Dersim – Erzinganê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek rêbirînê hatiye lidarxistin. Di çalakiya ku 100 wesayit hatiye rawestandin û venêrîna nasnameyan hatiye kirin de sercerdewanek hatiye girtin, maşîna wî jî hatiye şewitandin. Herweha tirek, tankêrek û kemyoneke alav barkirî jî ji aliyê gerîla yê me hatiye şewitandin. Riya Dersim Erzinganên heta sibê girtî maye, herweha piştî çalakiyê li dijî herêmê ji aliyê artêşa dagirker a TC’ê (komara Tirk) ve opersyonek hatiye lidarxistin. Li dijî artêşa dagirker a TC’ê ya derketibû operasyonê ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me nehatiye zelalkirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.”
Mamoste li ber lêpirsînê ne
Her wiha Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalaçkiya li navçeya Lîcê ya Amedê de jî agahî da û got; “Di 23’ê Îlonê li Amedê ji gundê Berav ê bi ser navçeya Lîcê ye mamosteyek, ji gundê Zengê 4 mamoste, ji gundê Xelxol yê bi ser Xezroyê 4 mamoste dîsa di 27’ê Îlonê de 3 mamoste li navçeya Elezîzê Miyaranê ji aliyê gerîla yê me hatiye binçavkirin. Li gel polîtîkayên qirqirina ziman û çandê, polîtîkayên tirkkirinê û hilandinê yên artêşa dagirger a TC’ê û hukumet a AKP’ê ya faşîzma kesk dimeşînê zêde dibe. Di vê çarçovê de li gor hiqûqê di derbarê mamosteyên hatiye binçavkirin de wê raya giştî di rojên pêş de were agahdar kirin.“
Du helîkopter hatin darbe kirin
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê Di 27’ê Îlonê de di saet 11.10’an de li navenda Dersimê li herêmên Uzuntarla, Pira Xilbiz û Geliyê Harçik li dijî du helîkopterên skorskyan ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyan de her du helîkopterên skorskyan derbe xwariye û naçar maye li herêma Kirmizikopru dakeve. Piştî çalakiyan bi qasî saetekê li dijî herêmê ji aliyê artêşa dagirker a TC’ê (komara tirk) bi helîkopterên kobra hatiye bombebarankirin.”
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “ Di 26’ê Îlonê de li Dersimê li dijî herêmên Îksor û zozanên Sultanbaba ji aliyê artêşa dagirker a TC’ê bi piştgiriya helîkopterên kobrayan operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku di 26’ê Îlonê de li navçeya Erelix ya bi ser Îdirê li nêzî herêma Panikê dozerek û wesayitek ku rê dibirin çiyayê Agirî ji aliyê gerîlayan ve hatiye şewitandin.
ANF/BEHDÎNAN