Di daxuyaniya wiha hate gotin: “Li ser daxwaza Rêbertiya me û Koneya Rêveber ya KCK’ê, emê weke HPG 8 dîlên ku di destê me de radestî heyetekî ku nûnertiya wijdana civakî bike û bi awayekî bêpirsgirêk bibe bigehîne malbatan bikin. “


Heyet çûn Şirnexê

Heyeta ku 6 kesî pêk dihat ji bo ku 8 kesên ji aliyê gêrîlayên HPG’ê ve dîl hatibûn girtin, teslîmî malbatê wan bikin berbi Şirnexê ve ketin rê.  Hate diyar kirin ku, heyet wê îro ji Deriyê Xabûrê derbasî Başûrê Kurdistanê bibe û 8 peywirdarên dewletê teslîm bigirin.
Gerîlayên HPG’ê li navçeya Genç a Çewlîk, navçeya Licê ya Amedê, Şirnex, Muş û Wanê di dîrokên cuda de leşker û peywirdarên dewletê  binçavkiribûn. Ji bo ku ev 8 kes teslîm bên girtin, heyetek hat ava kirin û çûn Şirnexê. Parlamenter Sebahat Tucnel, Husamettîn Zenderlîoglu, Adîl Kurt,  Serokê gitşî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, Serokê ÎHD’a Amedê Racî Bîlîcî, Serokê MAZLUM-DER’ê Ahmet Faruk Unsal di heyetê de cih digirin.  Hate diyar kirin ku, malbatên dîl girtiyan jî dê bi heyetê re biçin.

ANF/BEHDÎNAN-AMED