Gerîlayên HPG/YJA Star li dijî eskerên Tirk ên li Barzanê çalakî kirin. Di çalakiyan de bi qasî HPG´ê karî zelal bike, 6 esker hatine kuştin. Artêşa Tirk a ku ji gerîla derbên giran dixwe jî, êrişên xwe yên li ser sivîlan didomîne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk daxuyaniyek da. HPG’ê got, “Artêşa Tirk ev demeke li devera nêzî Tepê Xwedê yê li herêma Barzan ê Başûrê Kurdistanê bi cih bûye. Hêzên me eskerên li vî girî xistin kontrola xwe. 14’ê Gulanê hêzên me çalakiyek pêk anî. Di vê çalakiya bi awayê serdegirtinê de, ji du baskan ve pêk hat. Ji nêz ve li dijmin hate xistin. Di vê çalakiyê de 4 esker hatin kuştin, eskerek jî birîndar bû. Hevrêyên me çûn ser cenazeyên dijmin û çekek ferdî ya MPT-76 jî rakiriye.
Artêşa Tirk a piştî çalakiyê bi desteka balafirên keşfê û helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe rakirin, bi helîkopter, obus û topan dever bi dijwarî topbaran kiriye. Dîsa heman rojê hêzên me li dijî eskerên bi helîkopterên Skorsky esker datanîn herêmê çalakiyeke sabotajê kir. Di vê çalakiyê de 2 esker hatin kuştin, eskerek jî birîndar bû. Artêşa Tirk a piştî çalakiyê bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe rakirin, neçar ma ku hemû eskerên xwe veguhezîne baregehên eskerî yên li Tepê Xwedê. Ti ziyan negihiştiye yekîneyên me yên ku çalakî pêk anîn.”
Terorê li dijî sivîlan dike
HPG´ê da zanîn ku ji ber derbên artêşa wê xwarî, dewleta Tirk bi balafirên şer 14’ê Gulanê bi şev êriş biriye ser welatiyê bi navê Kazim Elî ê li devera Botê ya girêdayî Barzanê û ew qetil kiriye: “Artêşa Tirk a dagirker bê ku cudahî bixe nava sivîl-gerîla êrişên xwe yên li ser gelê Kurdistanê didomîne. Artêşa TC a bi zanebûn welatiyên me yên sivîl dike hedef û qetil dike, bi êrişên wiha koordîneyî bi dehan welatiyên me şehîd kirine. Ev dewleta faşîst a rêz nade ti nirxên Kurdan, bi van êrişan dixwaze gelê me yê Başûr bitirsîne. Gelê me yê Kurd û welatparêz bi sekna xwe li dijî van êrişan li her derê li dijî hemû hêzan bersiva pêwîst dide, hê zêdetir li hember êrişan yekîtiya xwe xurt dike.” HPG´ê di dawiyê de got, “Xwedê rehma xwe li welatiyê me Kazim Elî yê şehîd bûyî bike û em sersaxiyê ji malbat û gelê me yê Başûrê Kurdistanê re dixwazin.”
ANF / BEHDÎNAN