HPG’ê, ragihand ku di çalakiyên li dijî artêşa Tirk de li Colemêrg, Mûş û Çewligê herî kêm 22 esker hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ku têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku li Colemêrgê 13, li Mûşê 7 û li Çewligê jî 2 eskerên Tirk hatine kuştin.
HPG´ê da zanîn ku 6’ê Hezîranê di navbera devera Derava Têlê û Xezalkê de karwanekî wesaîtan ê artêşa Tirk a dagirker ji Çelê diçû Colemêrgê, bûye armanca çalakiya gerîlayan û di encamê wesayîteke tîpa Kîrpî ji rê de derketiye û hatiye rûxandin. Wesayîteke tîpa Kobra û TIReke ku wesayîteke kîrpî li ser jî hatine derbkirin. HPG´ê her wiha da zanîn ku di çalakiyê de bi zelalî tesbîtkirine ku 13 esker hatine kuştin, 7 esker jî hatine birîndarkirin û hêzên wan bi silametî gihiştine cihên xwe.
HPG´ê got, 5’ê Hezîranê jî gerîlayan li dijî eskerên li Qereqola Şkêr a navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek li dar xistiye û bi qasî hatiye zelalkirin, 2 eskerên artêşa Tirk hatine kuştin.
Di çalakiya gerîlayan a 6’ê Hezîranê li dijî eskerên li Qereqola Deştanê ya ser bi Çelê, çalakiyek li dar xistiye û di encamê de wesayîteke kepçe û wesayîta kontrayan hatiye derbkirin lê belê hejmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk nehatiye zelalkirin.
Li Serhedan gerîla bûye mîrkut li serê artêşa Tirk dikeve
HPG´ê da zanîn ku 3’yê Hezîranê hêzên wan li herêma Şehîd Şiyar a Mûşê yekîneyeke veşatî ya artêşa Tirk a li herêmê di kemînê de xistine di bin kontrola xwe. Piştî ku gerîlayan demekê ev yekîne şopandiye, heman rojê li ser rêya Gundê Dazikomê çalakiyê li dijî wê li dar dixin û di encamê de bi zelalî tesbîtkirî 7 esker hatine kuştin, gelek esker jî birîndar bûne.
Artêşa Tirk piştî ku kuştî û birîndarên xwe bi helîkoptêran rakir, li herêmê operasyoneke eskerî da destpêkirin.
HPG´ê li ser çalakiyeke 5’ê Hezîranê ya li Çewligê jî got, gerîlayan li dijî eskerên li Qereqola Seter a li navçeya Çewligê Korxolê çalakiyeke sekvaniyê li dar xistine. Di vê çalakiyê de 2 esker hatine kuştin.
BEHDÎNAN