
HPG’ê diyar kir ku di encama çalakiyên gerîlayên wan de, 17 leşker hatine kuştin, 4 jî leşker birîndar bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî têkildarî çalakiyên xwe agahî da.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di 12’ê Hezîranê de hêzên wan li ser Qereqola Deştan a Çelê ya bi ser Colemêrgê çalakiyek lidar xistine û got: “Bi qasî ku hatiye zelalkirin di çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin, 3 leşker jî birîndar bûne.
Hêzên me yên YJA-Starê di 12’ê Hezîranê saet 09:00’an de li dijî leşkerên artêşa Tirk ên dagirker ên li zozanên Zavîteyê ya Çelê ya bi ser Colemêrgê çalakiyên sûîkastê li dar xistine. Bi qasî ku hatiye zelalkirin, di çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin. Hêzên me bi çalakiyên sûîkastê bi awayekî hemwext wesayîteke dozerê jî darbe kiriye ya ku dixwest ji bo ewlehiyê rê çêbike.”
Li Şirnexê 5 leşker hatin kuştin
HPG’ê diyar kir ku li dijî leşkerên derketibûn operasyonê çalakî li dar xistine û got: “Artêşa Tirk a dagirker di 11’ê Hezîranê de li qada Gundikremo ya Çiyayê Cûdî ya Şirnexê operasyonek daye destpêkirin. Hêzên me di heman rojê de di saet 21:30’an de li qada Kursê Keça li hemberî operasyonê çalakiyek li dar xistiye. Bi qasî ku hatiye zelalkirin di çalakiyê de 5 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran leşkerên mirî û birîndar ji qadê dûr xistine û bêyî ku encamê werbigirin ji neçarî bi paş ve vekişiyane.“
Hevkarên dijmin bûn hedef
Li ser şewitandina wesayîtan jî HPG’ê diyar kir ku yekîneyên wan 7 wesayît şewitandine û got: “Di 12’ê Hezîranê de saet di 10:30’an de hêzên me di navbera Pîran a bi ser Amedê û qereqola Şingirikê de rê xistiye bin kontrola xwe. 7 wesayîtên ku hatiye zelalkirin bi dijmin re dixebitin, li wê derê hatine şewitandin. Ajokar wesayîtan bi şertê ku bi dijmin re nexebitin, piştî ku hatin hişyarkirin serbest hatine berdan.
Di 5’ê Hezîranê de artêşa Tirk a dagirker li qada Şehît Serxwebûn a Licê ya bi ser Amedê operasyonek daye destpêkirin.
Hêzên me operasyan şopandine û di 6’ê Hezîranê de 2 çalakî lidar xistine. Di çalakiya yekemîn a li qada Koztepeyê yek jê dedektorvanê mayînan, 2 leşker hatine kuştin. Di heman rojê de hêzên me di saet 17:30’an de li hemberî leşkerên li Girê Şehîd Kalender çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê helîkopterên Kobra bombe li ser qadên Şelgemîn, Şaxur û Bûlgûrê barandine.
Di çarçoveya operasyonê de hêzê me dema ku helîkoptera Skorsky li sirtên Hêgaderê leşker danî kirin hedef. 8’ê Hezîranê hêzên me li dijî leşkerên ku li Girê Şehîd Kemla bi cih bibûn çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara kuştiyên dijmin nehate zelalkirin.“
Bax û bostanan ziyan dît
Li ser çalakiyên li Çewlikê jî HPG’ê ragihand: “12’ê Hezîranê saet 18:00’an, hêzên me li dijî Qereqola Haftariş a girêdayî navçeya Korxol a Çewligê ya artêşa Tirk çalakiyek lidar xistine. Di çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin 2 leşker hatine kuştin.
13’ê Hezîranê saet 00:00’an, balafirên şer ên artêşa Tirk derdorî Gundê Sîtê yê girêdayî Herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirine. Di encama bomberdûmanê de ziyan gihiştiye bax û baxçeyên welatiyên sivîl.”
ANF/BEHDÎNAN