Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, li ser gerîlayê Elman Jakob Rîemer (Şiyar Gabar) ku par li Çarçellayê şehîd bû, daxuyaniyeke nivîskî da.HPG’ê ragihand, li herêma Çarçella ya navçeya Geverê ya Colemêrgê di şer û bomberdûmana 9’ê Çileya 2018’an de hevalê wan Jakob Rîemer bi nasnav Şiyar Gabar şehîd bûye.
Tevî şerê rûmetê bû
HPG´ê li ser kesayeta Şiyar Gabar ev nirxandin kir,”Hevrê Şiyar sala 1994’an li Elmanyayê ji dayik bû. Di emrekî ciwan de li dijî bê edaletî û pergala modernîteya kapîtalîst kete nava lêgerînê û biryara têkoşînê da.Hevrê Şiyar demekê li Elmanyayê cihê xwe di nava hin komên çep-sosyalîst de girt. Hevrê Şiyar wê demê gelê Kurd û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan nas kir û biryar da ku bi awayekî aktîf tevlî nava refên PKK’ê bibe.
Zû hînî jiyana li çiyê bû
Hevrê Şiyar di demeke kin de hînî jiyana li çiyê bû.Di demeke kin de xwe di warê îdeolojîk de xwe şareza kir û ji aliyê gerîlatî û hunera leşkerî ve jî xwe xurt kir. Bi jiyana xwe ya bi dîsîplîn, fedakar, bi moral û dilnizm, ji aliyê hevrêyên xwe hemûyan ve hate hezkirin. Di heman demê de evîndarekî Zagrosan bû û her tim xwest li ernîgariya ku dergûşa mirovahiyê ye bimîne.
Emê xeyalên wan bicîh bînin
Em şehîdên xwe yên enternasyonalîst hemûyan, ku nîşaneya herî mezin a piştavaniya gelan e, ji bo azadiya gelan cihê xwe di nava refên têkoşînê de girtin û şehîd bûn, di şexsê hevalê Şiyar Gabar de careke din bi bîr tînin û soz didin ku em ê ala azadiyê ya ku şehîdên me ji me re hiştine bi ser bixînin.”
ANF/BEHDÎNAN