Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê li Gever, Mehser, Xakûrkê, Avaşîn, Heftanîn û Bestayê li dijî hêzên dagirker çalakî kirin. Di çalakiyan de bi kêmanî 5 leşker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand li dijî hêzên dagirker ên Tirk li gelek qadan çalakî kirine. Hate ragihandin di 3 çalakiyan de 5 leşker hatine kuştin, têkilî çalakiyên din agahiyên zelal nehatine bidestxistin. HPG’ê got, ‘’Di çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên wan 16’ê Cotmehê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî krine. Di çalakiya li navçeya Colemêrg Geverê de hejmara kuçtiyên artêşa tirk nehat tespîtkirin.
Di çalakiya li Avaşînê de kepçeyeke dagirkeran ji gerîlayan derb xwar.
Di çalakiya li Heftanînê eskerek, di çalakiya gerîlayên YJA-Starê ya li Bestayê de 2 esker hatin kuştin û leşerek jî birîndar bûye.
10’ê Cotmehê li qada gundê Tizyan a Mehsertê ya Mêrdînê, artêşa tirk a dagirker tevgereke berfireh a dagirkerinê da destpêkirin û li ser vê şer qewimî. Şerekî mezin pêk hat di şer de gelek esker hatin kuştin, lê hejmar diyar nebû û gerîlayek jî bi qehremanî şer kir û şehîd bû.
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker 16’ê Cotmehê, derdora gundê Gûzê yê herêma Garê, qadên Kanî Sarkê, Kanî Qirêj û qadên Çemrobotkî, qada Şikefta Birîndara ya herêma Zê û qada Kortek a herêma Qendîlê bombe kirin.Di bombekirinan de ti zirar negihişt hêzên gerîla.”
ANF/BEHDÎNAN