Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê derbên giran li çeper û stargehên hêzên dewleta Tirk a dagirker hatine xistin.

HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî got, “28’ê Sibatê saet 09:00 hêzên me li qada Elîdirêj a herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyek pêk anî. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên di vê çalakiyê de nehate tespîtkirin.”

HPG’ê ragihand, şeva heman rojê li Colemêrgê liv û tevgera hewayî hebû û qadeke herêma Zê jî hatiye bombekirin, belê ti zerar negihîştiye hêzên wan.

 

ANF / BEHDÎNAN