HPG’ê nasnameya
3 şehîdan eşkere kir Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HPG’ê got, di bomberdûmana Îlonê de 3 gerîlayên wan şehîd bûne û li ser mijarê ev agahî dan: “19’ê Mijdarê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker 2 caran bombe li qada Xanturê barandin. Ji ber bomberdûmanê zerar û ziyan negihişt hêzên me yên gerîla.14’ê Îlonê, artêşa dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiribû. Ji ber bomberdûmanê hevalên me Alî Gever (Murat Akdogan), Gîvara Baran (Berûn Mûhammed) û Şervan Serdar (Azad Karan) şehîd bûn.”
HPG´ê ji bo şehîdangot, “Ev ewladên leheng ên gelê Kurdistanê ji bo cihekî mafdar û bi rûmet di dîroka mirovahiyê de bigirin, têkoşiyan. Di şexsê malbatên hêja yên van şehîdên me de em sersaxiyê ji temamê gelê Kurdistanê re dixwazin û soz didin ku em ê ala berxwedanê ya şehîdan bi ser bixînin.” ANF/BEHDÎNAN