HPG’ê nasnameya 6 gerîlayên li herêmên Botan û Serhedê şehîd bûn eşkere kir û got, “Em hevrêyên xwe yên bi lehengî li ber xwe dayî û şehîd bûyî, bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser şehîdên herêmên Botan û Serhedê bi daxuyaniyekê got, “Hevrêyên me Hamza (Mazlûm Boztaş), Kemal (Hizir Tûran), Rênas (Dogan Cengîz), Verzaba (Hosrov Tekîn), Avareş (Mûrat Ozdemîr) û Dijwar (Îsmet Er) ku şopdarên nifşê canfeda ne, di berxwedana sala 2018’an de li Botan û Serhedê di demên cuda de di operasyon, şer û êrişên hewayî de bi lehengî li ber xwe dan û şehîd bûn. Em van hevrêyên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin.

   

Em ji malbatên wan ên hêja û gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku em ê ala berxwedanê ya ku şehîdên me radestî me kiriye, bi serketinê tacîdar bikin û têkoşîna ‘Rêberê Azad - Kurdistana Azad’ ku xewn û xeyala wan e, bi ser bixînin.”

Nasnameya pakrewanan

Nasnameya şehîdan jî wiha hat ragihandin: Hamza Serhat (Mazlûm Boztaş) ê li Qersê jidayikbûyî, 6’ê Nîsana 2018’an li Bazîdê şehîd bû; Kemal Devran (Hizir Tûran) ê li Colemêrgê jidayikbûyî, 6’ê Nîsana 2018’an li Bazîdê şehîd bû; Rênas Sîpan (Dogan Cengîz) ê li Wanê jidayikbûyî, 6’ê Nîsana 2018’an li Bazîdê şehîd bû; Verzaba Xamûr (Hosrov Tekîn) ê li Agiriyê jidayikbûyî, 2’ê Tîrmeha 2018’an li Şirnexê şehîd bû; Avareş Erdal (Mûrat Ozdemîr) ê li Elmanyayê jidayikbûyî 10’ê Îlona 2018’an li Gabarê şehîd bû; Dijwar Agir (Îsmet Er) ê li Sêrtê jidayikbûyî, 10’ê Îlona 2018’an li Gabarê şehîd bû.

n ANF / BEHDÎNAN