Şerê Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê li dijî eskerên artêşa Tirk a dagirker dewam dike.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî li ser çalakiya 1´ê Mijdarê li Bazîdê dan: “Hêzên gerîla 1’ê Mijdarê di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de li holika nobetê ya Qereqola Serêkaniyê ya li navçeya Bazîdê ya Agiriyê da. Derbên giran li holikê hatin xistin. Hejmara eskerên kuştî û birîndarkirî nehat zelalkirin.
Balafirên şer ên artêşa Tirk 1’ê Mijdarê qada Şikefta Birîndaran a Herêma Zapê, Gundê Şelaze û derdora gundê Derarê yê Duhokê bombe kir.”
ANF /BEHDÎNAN