HPJ di serî de ji malbata Denîz û hemû gelê Kurd re sersaxiyê xwest û wiha ragihang: “Hevala Denîz Îmralî li gel ku demeke kurt bû di nav tekoşînê de cih digirt felsefeya Apoyî di kesayeta xwe de çandibû. Li hemberî desthilatdariya rejîma Îranê bi coş û biryardariyek mezin tevlî nav tekoşîna azadiyê bû.”

Fermandariya HPJ’ê diyar kir ku tekoşîna me bi sedan şehîdên wek Zîlan Pebûl û Şîrîn Elemhûlî dane. Daxuyanî wiha berdewam dike: “Şehîd Denîz jî yek ji wan şehîdan e. Ji bo wê jî di artêşa me de her şehadetek lawazî çênake. Berovajî emê tekoşîn Denîzan berdewam bikin û rêya wê bişopînin. Em carekedin ji malbata şehîd Denîz û gelê kurd re sersaxiyê dixwazin. Emê çeka wê li erdê nehêlin.”

 Li qadên parastina Medya ji bo Denîz Îmralî merasimek bi heybet bi beşdarbûna bi sedan gerîlayên YRK û YPJ’ê hat lidarxistin. 

 
Agahiyên nasnameyê


Nav û paşnav : Simeye Miradî

Navê Kod:Denîz Îmralî

Dem û cihê ji dayîk bûnê: 1995-Merîwan

Dema tevlîbûnê: 2014 Merîwan

Dema şehadetê: 07.07.2015 


 ROJNEWS