Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kir ku 2 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin.

HRE`yê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“11`ê Kanûnê li derdora gundê Kefer Xaşir ê bi ser herêma Ezazê hêzên me li dijî çeper û stargehên çeteyên koma bi navê Lîwa El-Fetih çalakiyek li dar xistin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn û doçkayek hat rûxandin.

Piştî çalakiyên hêzên me artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obusan gundên Malikiyê û Merenazê yê bi ser navçeya Şera topbaran kirin. Di heman demê de balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker li ser qadê bê navber geriyan.”

 

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN