Hêzên Rizgariya Efrîn bi daxuyaniyekê ragihand ku di çalakiyên li Şera û Merayê de bi kêmanî 4 leşker û çete hatin kuştin.
HRE´yî da zanîn ku di 28’ê Mijdarê de hêzên wan di çalakiya li gundê Malikiyê yê bi ser navçeya Şerayê de 2 leşkerên Tirk kuştine.
Heman rojê li bajarê Efrînê taxa Eşrefiyê wesayîtek leşkeri hat rûxandin, çeteyê bi navê Rabî Ebû Arif hat kuştin û çeteyek jî birîndar bû.
Li derdora bajarê Mare jî bi çalakiyek sekvanî çeteyek hat kuştin.
EFRÎN