Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku li Efrînê 7 çeteyên artêşa Tirk hatin kuştin û 19 çete jî birîndar bûn. Her wiha erebeyeke çeteyan jî hate rûxandin.
HRE’yê di daxuyaniya xwe de ragihand ku topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li dijî herêmên Efrîn û Şehbayê bê navber dewam dike.
Di daxuyaniya HRE’yê de wiha hate gotin:
“16’ê Adarê hêzên me li Efrînê li hemberî bendeke kontrolê ya çeteyan çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di çalakiyê de 4 çete birîndar bûn.
18’ê Adarê hêzên me li navenda bajarê Efrînê rêzeçalakiyên sabotajê li dar xistin. Di çalakiyan de 6 çete hatin kuştin, 15 çete jî birîndar bûn.
Li gundê Celemê ya navçeya Cindirêsê hêzên me li dijî çeteyên dagirker çalakiyek kirin. Di çalakiyê de çeteyek hat kuştin û wesayitek hat rûxandin.
Bi giştî di çalakiyên 2 rojan de 7 çete hatin kuştin, 19 çete jî birîndar bûn.” n NAVENDA NÛÇEYAN