Di çalakiyên tolhildanê yên HRE´yê de li Efrîn û Ezazê herî kêm 9 dagirker hatin kuştin. Çalakiyên HRE´yê li Şera, Şerawa û Ezazê bûn û hemû jî çalakiyên sabotajê bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di çalakiyên wan ên tolhildanê de li herêmên Efrîn û Ezazê 9 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin. HRE ya ku eşkere kiribû, dagirker wê li herêmên dagirkirî rojekê jî rehet nekirin, vê gotina xwe bi cih tîne û germa havînê jî serma zivistanê jî derban li dagirkeran dixe.
HRE der barê çalakiyên dawî yên hêzên xwe daxuyaniyek weşand. Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:
Bi sabotajan derb li dagirkeran xistin
“Li herêma Efrîn û Ezazê hêzên me di çarçoveya çalakiyên tolhildanê de li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rêzeçalakiyên sabotajê li dar xistin.
- Di 8´ê Kanûnê de di navbera gundên Meydankê û Gemrukê yên ser bi navçeya Şera de hêzên me li dijî çeteyên koma bi navê Sultan Mûrad çalakiyek sabotajê li dar xist. Di encamê de 3 çeteyên koma navbirî hatin kuştin.
- Di heman rojê de di navbera gundên Beradê û Kefer Nebo yê bi ser navçeya Şerawa de hêzên me li dijî çeteyên koma bi navê Feylaq el-Şam çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encamê de çeteyek hate kuştin û yek jî birîndar bû.
- Di 9´ê Kanûnê de li derdora herêma Ezazê hêzên me li dijî çeteyên koma bi navê Firqat el-Hemze çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encamê de 5 çeteyên koma navbirî hatin kuştin.”
NAVENDA NÛÇEYAN