Hêzên Rizgarkiriya Efrînê (HRE) diyar kir ku şervanên wan çalakiyeke bi bandor li dijî çeteyan li Babê li dar xistiye.
HRE´yê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “13’ê Sibatê, şervanên me li derdora gundê Hezwan a girêdayî Babê li dijî seyareyeke çeteyên koma Firqet El-Hemzat tê de bûn, çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encama çalakiyê de 3 çeteyên bi navê Ebdultayib Ferûa, Yasir El Elî û Mihemed Xazî hatin kuştin û 3 çete jî bi giranî birîndar bûn.”
EFRÎN
Li Baxozê komeke çete teslîm bû
Komek din a ji endamên çeteya DAIŞ`ê ku bi eslê xwe ji dewletên Erebî û biyanî ne, pêr li gundê Baxozê xwe radestî şervanên QSD`ê kir. Piştî ku şervanên QSD`ê dor li çeteyên DAIŞ`ê li bejahiya Dêra Zorê teng kir, roj bi roj endamên çeteya DAIŞ`ê xwe radestî şervanên QSD`ê dikin.
Li gundê Baxoza Jorîn şervanên QSD`ê korîdorên mirovî vedikin û sivîlan rizgar dikin. Lê li aliyê din jî hin çeteyên DAIŞ`ê heta niha li gund mane. Pêr bi dehan çeteyên DAIŞ`ê yên ji dewletên Erebî û biyanî, xwe radestî şervanên QSD`ê kir.
Der barê hejmara çeteyan û detayên giştî de fermandariya QSD`ê ti agahî nedan.
Yek ji fermandarên QSD`ê diyar kir ku çeteyên hatine girtin, bi wan re belgeyên ku tevlîbûna wan a nava çeteya DAIŞ`ê îsbat dikin, hebûn. Her wiha alavên ku DAIŞ`ê di şer de bi kar dianîn, bi wan re hatin girtin.
Li gundê Baxoza Jorîn gava nûçeya me dihat amadekirin, şerekî giran di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê de rû didin. Çeteyên DAIŞ`ê sivîlên ku di gund de asê mane, wek mertalên zindî bi kar tînin.
ANHA / DÊRA ZORÊ