Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di encama çalakiya hêzên wan, li Efrîn û Ezazê 5 çete û eskerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin.

HRE´yê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Şervanên me çalakiyên xwe li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê yên li Efrîn û derdora wê didomînin. Di vê çarçoveyê de şervanên me 9’ê Çile li Efrîn û Ezazê 2 çalakiyên bi bandor li dijî dagirkeran li dar xistin. Derbarê çalakiyan de agahiyên berfireh wiha ne;

  • 9’ê Çile, şervanên me li dijî seyareyeke zirxî ya artêşa Tirk a dagirker li gundê Gobelê ya girêdayî navçeya Şera çalakiyek li dar xist. Di encama çalakiyê de eskerek hat kuştin û 2 esker jî birîndar bûn. Seyareya zirxî jî hat rûxandin.
  • 9’ê Çile, şervanên me li dijî seyareyeke çeteyên girêdayî dewleta Tirk li derdora gundê Kil Cibrîn ê ser bi Ezazê çalakiyek li dar xist. Di encama çalakiyê de seyare hat rûxandin, 4 çete hatin kuştin û çeteyek jî bi giranî birîndar bû. Nasnameya çeteyên hatin kuştin wiha ne: Hisên Elo, Yasir Emîq, Merwan Ebdulrehman, Mihemed El Eşqar.”

EFRÎN