Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li bajarokê Mare yê ser bi Helebê, ji du aliyan ve li hêzên dagirker ên Tirk xist. Li gorî daxuyaniya HRE’yê herî kêm 5 çete hatin kuştin.

HRE´yê diyar kir ku çalakiyên wan ên li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete dewam dikin. Di daxuyaniya nivîskî de hate gotin, “2’ê Sibatê li gundê Til Melad ê bajarokê Mare yê ser bi Helebê, şervanên me li komên çete xist.”

HRE´yê ragihand ku çalakî ji du aliyan ve hatiye kirin û di encamê de şer qewimiye.

Li gorî daxuyaniyê, di çalakiyê de 5 çete hatin kuştin, 2 çeper hatin rûxandin û tovingeke kalaşnîkov jî ji ser çeteyan hatiye rakirin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN