Desteka qada navneteweyî ya ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ her ku diçe zêdetir dibe. Kampanya li Kibrisê piştgiriyek xurt ji rayedarên vî welatî girt. Tevî Serokomarê Kibrisê Dîmîtrîs Hrîstofyas û gelek siyasetmedar, partiyên siyasî, oldar û akademîsyenan diyar kirin ku çareseriya pirsgirêka Kurd bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan e û piştgirî dan kampanyaya îmzeyan. Her wiha rayedarên Kibrisê piştgirî dan hevdîtina di navbera Ocalan û rayedarên dewleta Tirk de hatiye destpêkirin û ji ber qetilkirina sê jinên Kurd ên li Parîsê jî sersaxî ji gelê Kurd re xwestin.

Heyata ku ji Serokê Konfederasyona Komeleyên Kurd ên Ewropayê (KON-KURD) Îsmet Kem, Nûnerê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) yê Qibrisê Selehdîn Bayram û li ser navê Meclisa Demokratîk a Gelê Kurd a Kibrisê Suleyman Demîr pêk dihat, di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ ya ku ji aliyê Însiyatîfa Navneteweyî ya ji Ocalan re Azadî ve hatiye destpêkirin, çû serdana Kibrisê. Heyeta Kurd bi Serokomarê Kibrisê Dîmîtrîs Hrîstofyas, Serokê Parlamentoyê Yiannakîs Omîrou, Keşeyê Dêra Ortodoks a Rûmê II. Hrisostomos, Serokê Rûmetê yê Enternasyonalîsta Sosyalîst Vassos Lissarides, namzetê Serokomariyê Stavrio Malas, Wezîrê Enerjiyê Neokilis Siliçodis û Şaredarê Limasol a ku Komeleya Kurdan a Teofilos lê ye Andreas Hristo, Partiya Pêşverû ya Gel a Kedkar (AKEL), Tevgera Sosyal-Demokrat (EDEK), Partiya Ewropayê (EVROKO), Partiya Demokratîk (DÎKO), Nûnerên Partiya Keskan a Kibrisê re hevdîtin pêk anî.
 
Rewş hat nîqaşkirin

Di serdanan de qetilkirina sê siyasetkedarên jin ên Kurd hat şermezarkirin. Di hevdîtinan de destpêkirina hevdîtinên di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewletaê Tirk de, bûyerên li rojavayê Kurdistanê, kampanyaya Navneteweyî ya Ji Ocalan re Azadî, pêşketinên têkildarê çareseriya pirsgirêka Kurd, pêvajoya di navbera Tirk û rûman de hatin nîqaşkirin.
Di hevdîtinan de hat destnîşankirin ku divê pirsgirêka Kurd bi riyên aştiyane bê çareserkirin. Rayedarên Kibrisê piştgirî dan hevdîtinên di navbera dewleta Tirk û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de û bal kişandin ser kampanyaya îmzeyan a ji bo Azadiya Ocalan hatiye destpêkirin. Rayedaran ev çalakî wekî xebatek pîroz nirxand.
 
Aştî bi Ocalan pêkan e

Hevdîtina bi Serokomar Hrîstofyas re li cihê wî pêk hat û hevdîtin saet û nîvekê berdewam kir. Serokomar Hrîstofyan diyar kir ku ew piştgiriyê dide kampanyaya azadiyê û wiha got: “Ez piştgiriyê didim kampanyayê û bi îmzeya xwe ez jî tevli dibim. Ji ber ku ez bawer im ku dê fikrên Ocalan aştiyê bîne Rojhilata Navîn.” Ligel vê Serokê Parlamentoyê Omîrou, Serokê Rumetê yê Sosyalîst Enternasyonel Lîssarîde û sermetranê Dêra Ortadoks a Rum II. Hrisostomos û hemû nûneriyên partiyên siyasî jî diyar kirin ku dê ji bo gelê Kibrisê tevli kampanyaya îmzeyan bibe çi ji destê wan bê dê bike.
 
15 hezar îmze berhev kir

Di vê navberê de hevdîtinên heyeta Kurd a bi rayedarên Kibrisê re bi awayekî berfireh di çapameniya Kibrisê de cih girt. Serokê KON-KURD’ê Îsmet Kem jî diyar kir ku Ajansa Nûçeyan a Kibrisê (CNA) der barê xebatên wan û kampanyaya Ji Ocalan re Azadî de roportajek pêk aniye. Ev roportaj di gelek tv û rojnameyan de cihê xwe girtin. Di encama xebatê de heta niha li Kibrisê 15 hezar îmze hatin berhevkirin.

ANF/NICOSIA