
Biryargeha HRK ya Şaho ku bi daxuyaniyekê bal kişand ser hewldanên rejîma Îranê yên pêşxistina sîstema cerdevaniyê li Rojhilatê Kurdsitanê, hişyarî da ku kesên ketine xeta xiyanetê li dijî tevgera azadiyê, di zûtirîn dem de, dest ji vî karî berdin û têkevin rêzê welatparêziyê.
Daxuyaniya Biryargeha Herêma Şaho ya HRK’ê weha ye:“Desthilatdarên rejîma Îranê bi salen e, ji bo siyaseta xwe ya dagirkerî û tepisandinê li ser hemû gelên li Îranê ferz bikin, hewldanên pêşxistina bikirêgirtinê dixin dewrê. Bi taybetî piştî hatina ser kar a Komara Îslamî, ev siyaset roj bi roj zêdetir bû.“
HRK’ê da zanîn ku di demên dawî de li bêhtirê herêmên Rojhilatê Kurdistanê pêşxistina xebatên kontrayî û bikirêgirtinê bi rêya dayina pere, tirsandin û rêbazên din ji aliyê rejîmê ve berdewam dikin û ev hişyarî da derdorên xizmeta rejîmê dikin: „Tevî hemû hişyariyên partiya me yên di vê derbarê de, di demên dawî de bi şêwaz û sedemên cuda, hin derdor li dijî tevgera azadiya gelê Kurd ketine nav xiyanetê û bi kirina sîxurî û cihgirtina di kemînên li dijî hevalên me de xizmeta rejîma dagirker dikin.“
Li gor daxuyaniya HRK’ê, ji van kesan, bikirêgirtiyê bi navê Mûrad Weys Colayî ku di kemînên li dijî gerîlla de cih giritye, ji aliyê wan ve hatiye binçavkirin û piştî jêpirsînê ku tê de sûcê xwe îtîraf kiriye, li ser xwestina wî ya lêbûrînê ew hatiye efûkirin.
Biryargeha Herêma Şaho ya HRK’ê ku di vê derbarê de agahî dan hişyarî jî da cerdevanan û got:“Partiya me, piştî ku rewşa kesê navborî ku ketibû davika rejîmê nirxand, ji bo ku kiryarên xwe telafî bike şansek dayê. Bi vê daxuyaniyê her weha em bang li hemû kesên din ku bi siyasetên rejîmê hatine xapandin dikin ku, derhal dest ji vî karî berdin û vegerin nav rêzên gelê xwe.“
ANF/ŞAHO