
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ku 23-24’ê meha borî li Qamişlo 5’emîn Kongreya xwe li dar xistibû, serok û desteya rêveberiya xwe diyar kir.
HRRK piştî serhildana Qamişlo di nîsana 2004’an de li bajarê Sandviken ê Siwêdê hat damezirandin. HRRK’ê di sala 2016’an de li bajarê Bielefeld ê Almanyayê kongreya xwe ya 4’an li dar xist û biryar wergirt ku navenda xwe bibe Rojava, her wiha li Bakûr û Başûr du şaxên xwe jî ava bike. Piştî vê biryarê hem şaxê Bakûr li Amedê û hem jî şaxê Başûr li Silêmaniyê avakir. Hevgirtina Rewşenbîran di 23 û 24 Qanûn a 2016’an de 5’emîn kongreya xwe li Qamişlo lidarxist.
Ehmed Huseynî hilbijartin
Ev kongre girîng bû, ji ber ku hevgirtina ku li Swêdê dest bi meşa xwe kiribû bi xurtî vegeriyabû ser axa xwe, navenda ku divê lê be. Di kongreya li Hola Rewabî li Qamişlo bi amadebûna nûnerên dezgehên çandî û berdevkên partiyên siyasî yên Rojava hat destpêkirin de biryarên girîng hatin standin. Her wiha di kongreyê de 13 kes ji bo rêveberiyê hatin hilbijartin.
Rewşenbîr û helbestvan Ehmedê Huseynî bû Serokê HRRK’ê. Di nav Lijneya Rêveberiyê de karbeşiyek bi vî rengî hat kirin:
* Cîgirên Serokê Lîjneya Rêveberiyê: Îbrahîm Xelîl, Mişel Osman, Cîhan Hesen.
* Berdevkê Fermî yê HRRK’ê: Munîr Şêxê
* Komîteya Ragihandinê û Komîteya Çalakiyan: Idrîs Ehmed, Meryem Temir, Xalid Omer, Berzan Îso, Mizgîn Gemo.
Her wiha ji bo birêvebirin û kordînekirina karê HRRK bi hemû şaxên xwe komîteyeke ji 9 kesan hat destnîşankirin. 3 kes ji Rojava, û ji Ewropa, Bakur û Başûr ji her şaxekî 2 kes di vê komîtê de cih digrin.
Her wiha ji bo Efrînê sê cih hatin veqetandin. Ji ber dorpêçkirina Efrînê û girtina rê kesek ji Efrînê nikarîbû amade bibe.
Biryarên Kongreyê
Di kongireyê de gelek biryar hatin girtin. Ji biryaran yên girîn ev in:
* Navend li Qamişlo û li hemû bajarên Kurdan ên mezin nûnerî yan nivîsgehên xwe veke.
* Festîvala çandê ya salane bê lidarxistin, her wiha xelateke salane ya çandê bê terxankirin.
* Projeyên çapkirinê, vekirina pirtûkxaneyan û pêşdebirina çand û hunera Kurdî bên meşandin.
QAMIŞLO