
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (Hûman Rîghts Watch - HRW), rapora xwe ya bi navê "Di bin çavan de: Li Tirkiyeyê êşkenceya bi destê polîsan tê kirin û revandina mirovan" ku ji 43 rûpelan pêk tê, eşkere kir.
Di raporê de bal hat kişandin ser bûyerên êşkenceyê yên li Şapatan û Westanê û hat ragihandin, ku di bin çavdêriya polîsan de êşkence li mirovan tê kirin û mirov tên revandin.
Di rapora HRW de, li ser 11 bûyerên cuda yên binpêkirina mafên mirovan ên di binê çavan de, delîl jî hatin nîşandan.
Dîrektorê Asya Navîn û Ewrûpayê yê Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan Hugh Williamson destnîşan kir ku delîl zêde bûne ku nîşan didin, êşkenceya bi çavdêriya polîsan ji nû ve li Tirkiyeyê vegeriya ye. Williamson diyar kir ku divê hikûmet tavilê li van îdîayan bipirse û dawî li wan bîne.
Di raporê de hat gotin, li gorî hejmarên fermî par 140 hezar kes bi îdîaya "terorîzm, endametiya rêxistina çekdarî yan jî tevlî hewldana darbeya Tîrmeha 2016'an bûne" hatine binçavkirin.
HRW'ê ragihand ku êşkence li van kesan hatiye kirin dema hatine binçavkirin û gelek parêzeran ji HRW´yê re qala êşkenceya li dijî muwekîlên xwe kiriye, yan jî delîlên li ser êşkenceya fîzîkî pêşkêş kirine.
Çanda bêceza hiştinê ya Tirkiyeyê
HRW´ê da zanîn ku wan tespît kiriye ku parêzer dema bi erka xwe ya pîşeyî radibin, gelek astengî û rîsk derdikevin pêşiya wan û ji aliyê polîsan ve tên astengkirin.
Di raporê de hat destnîşankirin, ku HRW tevî gelek saziyên din, beriya bi salan bi belgeyan îspat kiriye ku li Tirkiyeyê wezîfedarên dewletê yên sûcên giran dikin, nayên cezakirin.
Çend mînakên êşkenceyê
Raporê her wiha cih da gundiyên li Şapatanê êşkence li wan hat kirin û 3 gundiyên li Westanê di dema berhevkirina kuvarkan, hatin binçavkirin û êşkence li wan hat kirin. Çend ji bûyerên êşkenceyê yên di raporê de cih girtine ev in:
* Meha Hezîranê, karsazek tevî du pismamên xwe hat binçavkirin. Polîsan di bin çavan de li wan da û wêneyên wan ên canê wan werimî bû, di twîtter û medyayê de weşand.
* Li başûrê rojhilat (Bakurê Kurdistanê), bi dehan gundî gelek caran li gundê xwe bûn hedefa şîdetê û piştre li navenda polîsan bi ço û xortumê li wan hate xistin.
NAVENDA NÛÇEYAN