Berpirsyara Maseya Rojhilata Navîn a HRW Sarah Leah Whîtson jî got, “Şervanên mûxalefetê dema ketin hundirê Sadadê gotin ewê zerarê nedin sivîlan, lê belê tişta ku kirin berevajî vê bû.”
Li aliyê din lêkolînera ji Sûriye û Lîbyayê berpirsyar a NRW Lama Fakîh ji Radyoya Dengê Rûsyayê re axivî û diyar kir ku şervanan sivîl weke mertalên zindî bikaranîne û got, “Li derdora vî bajarî 6 kes û 4 kesên bi awayekî derveyî qanûnî û bêyî îradeya wan ew tevli şer kirin, jiyana xwe ji dest dan.” Fakîh got, “Di rapora meha Cotmehê de me ragihandibûn ku di dema pevçûnên li herêma Lazkiye de zêdeyî 190 sivîl ji aliyê komên mûxalîf ve hatine qetilkirin.”
Di rapora 11’ê Cotmehê hat weşandin de NRW dabû xuyakirin ku Artêşa Azad a Sûriyê û komên ser bi El Qaîdeyê di 4’ê Tebaxê de 57 jê jin û 18 jê zarok herî kêm 190 sivîl qetil kirin. HRW destnîşan dike ku di ser Tİrkiyê re şervan û çek derbas kirine û bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî hatibû kirin ku bang li Tirkiyê bike. Heman komên mûxalîf di destpêka meha Tebaxê de êrîşî Kurdên sivîl ên li bajarokên Til Hasil û Til Eran ên navçeya Heleb Sefîreyê kiribûn û nêzî 50 kes qetil kiribûn û 350 kes jî dîl girtibûn. Li dû van êrîşan çeteyên El Qaîdeyê yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê û Eniya El Nûsra êrîşî herêmên Kurdan kiribûn, gundên Kurdan talan kiribûn û gelek sivîl dîl girtibûn.
WASHÎNGTON