Saziya alîkariya mirovahî Heyva Sor a Kurdistanê ku di 31’ê Adara 1993’an li Almanyayê hatibû avakirin, kongreya xwe ya 22’an li dar xist. Kongrê li bajarê Kolnê yê Almanyayê bi tevlîbûna 63 delege û nêzî 30 mêvan û nûnerên saziyên Kurd pêk hat.
Axaftina destpêkê ya kongreyê, ji aliyê Cîgirê Serokê Heyva Sor a Kurdistanê Mahmûd Emîn axaftina dest pê kir. Emîn di axaftina xwe de, Serokê Heyva Sor a Kurdistanê Şemesttîn Kara ango Xalê Alî ku di encama nexweşiyê de jiyana xwe ji dest da bi bîr anî. Mehmûd Emîn bi bîr xist ku tevî hemû astengî û derfetên kêm jî, saziya wan di sala derbasbûyî de, karîbû destê alîkariyê bi taybet dirêjî gelên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bike. Emîn di dawiya axaftina xwe malavahiya Kurdistaniyên li Ewrûpayê kir û ji wan xwest ku alîkariyên xwe bi kesên mexdûr re dewam bikin.

Xebatên salekê hatin nirxandin

Piştî axaftina destpêkê, dîwana kongrê hat destnîşankirin û rapora xebata salekê ya Heyva Sor a Kurdistanê hat xwendin. Di nirxandinan de hate bibîrxistin ku Heyva Sor a Kurdistanê ji roja hatiye damezrandina û heta niha mohra xwe li gelek xebatên girîng daye û beyî ku tu cûdahiyê bixe nava gelan destê alîkariyê dirêjî gelê Kurd ê li çar aliyên Kurdistanê kiriye.
Her weha hat bibîrxistin ku ji ber şerê li Sûriyeyê dewam dike û Kantonên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên rêjîmê, komên çekedar û hêzên herêmî ve hatine dorpêçkirin,  Saziya Heyva Sor a Kurdistanê ji destpêka sala 2014’an ve giraniya xebatên xwe ji Rojavayê Kurdistanê re veqetandine û hewl daye pêdiviyên welatiyên muhtac bicih bîne.

Piştgiriya ji bo Rojava wê bidome
Beşdarên kongreyê, xendekên ku ji aliyê hikûmeta AKP û rêveberiya herêma Başûrê Kurdistanê ve li ser sînorên Rojava tên kolandin, weke hewldanla astengkirina derbaskirina alîkariyên mirovahî binav kirin û bang li aliyan kirin da ku di zûtirîn dem de ambaroya li ser herêmên Rojava bidawî bikin.. Yek ji biryarên girîng yên kongrê, piştgiriya projeya avakirina yekemîn wargeha Hekemiyê yapenaberan li Rojava û hat gotin, Heyva Sor a Kurdistanê wê li gorî derfetên xwe alîkarî bide penaberên wargehê.
Piştî nirxandinan hilbijartin hatin pêkanîn û Suat Yalçin bû seroka nû yê Heyva Sor a Kurdistanê.. Bi vî awayî ji roja hatiye damezrandin, cara yekemîn e ku jinek dibe seroka Heyva Sor. Her weha Mehmet Akyol, Yavuz Denîz, Musa Şêx Musa û Fettah Cîrît jî ji bo rêveberiyê hatin hilbijartin.

KOLN